Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn 2023-06-11 09:16:31   WAN - Neda Kerempoûr bilêv kir ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê zextên li hemberî rojnamevanan zêde bûne û li dijî zilma rejîmê bang li saziyên navneteweyî kir.    Li gor daneyên Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ), li Îranê herî kêm 12 rojnamevan girtî ne. Îran, ji bo rojnamevanan di nava lîsteya welatên talûke de ye. Bi taybetî piştî qetilkirina Jîna Emîniyê zext û zordarî zêde bûn. Uluslararası Gazeteciler Federasyonu (IFJ) verilerine göre; İran’da en az 12 gazeteci tutuklu bulunuyor. Gazeteciler için tehlikeli ülkeler listesinde bulunan İran, Jîna Emînî’nin katledilmesinin ardından baskıları arttırdı. Rejim güçleri tarafından Jîna Emînî’nin katledilmesi haberini duyuran Nilüfer Hamedi ve Elaha Mohammadi ile gazeteciler İman Bahbsand, Weda Rabbani, Farzana Yahya Abadi, Farkhunda Ashouri, Hashem Moazinzadeh, Maral Dar Afrin, Amir Maskani, Siamand Mohtadi, Gina Mudarres Karaji ve Kamiar Fakour cezaevinde tutuluyor.   Aktivîst Neda Kerempoûr, destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîan Emîniyê zextên li ser rojnamevanan zêde bûne.    LI ÎRANÊ ROJNAMEVANÎ   Kemermpor bilêv kir ku rjeîma Îranê di 10 salên dawî de dest bi pêkanînan mekanîzmayên cuda kiriye û got: "Hikûmetê stratejiyên xwe guherandiye. Ev guherandinê bûye cihê fikaran. Tenê destûrê dide ku çend derdorêj siyasî kovarên xwe biweşîne, lê nahêle yên din bi awayekî fermî bibin xwedî kovar. Yanî mafê kovarderxistinê, bi du franksiyonên Komara Îslamî (reformkar û mihafizekar) re sînordarkirî ye. Rojnamevanî kirine qadeke talûke. Rojnamevanî bi sansur û çavdêrîkirinêr e rû bi rû ye. Daîreyên darazê saziyên çapemeniyê îqaz dikin ku di hin mijaran de nenivîsin. Ev stratejiya astengkirinê, rojnamevaniya Îranê xesandiye. Ji lew re nahêlin em mijarên cihê nîqaşn e nîqaş bikin. Her wiha di salên dawî de li hemberî rojnamevanên ne nêzî rejîmê, zilmeke mezin tê kirin. Elaha Mohammadî û Nîlofar Hamedî ku hat gotin pêwendiya wan bi dewletên biyanî re heye, hatin girtin. Girtina wan asta dawî ya vê prosedurê ye."    MEDYAYA SANAL   Kerempoûr diyar kir ku sansurên rejîmê tenê bandorê li rojnamevanan nakin û ev tişt gotin: "Stratejiyeke din a çewisandinê jî, teknolojiya sîberê ye. hikûmet vê jî ji bo rewakirina siyaseta xwe dike. Îstixbarata Îranê di vî warî de ji bo medyaya sanal mesrefek mezin kir. Rojnamevan û aktivîstên ku li ser medyaya sanal daxwazên gel dikin rojev, tên çewisandin. Serwîsên îstixbaratê bi vê yekê re dixwazin bîra kolektîf a îraniyan tune bikin. Piştî Jînayê vê hikûmetê ewilî rojnamevan tawanbar kirin. Hikûmeta Îranê ewilî, pêşî li ber belavkirina agahiyan girt. Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê gelek rojnamevan hatin girtin. Sedema vö ji ev e."    Kerempoûr di dawiya axaftina xwe de li dijî zilma rejîmê bang li saziyên navneteweyî kir.    MA / Berîvan Kûtlû