Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe 2023-06-11 10:01:52   WAN - Her ku dahata neteweyî ya welatiyan kêm dibe, hejmara zarokên karker jî zêdetir dibe. Pisporê îstîhdamê Sînan Ok got ku mekanîzmayeke cemaweriyê ya ku rê li ber pergala keda zarokan dixwe tune ye.     Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) di sala 2002’yan de ji bo bidawîkirina xebitandina zarokan, 12’ê Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê” ragihand. Piştî ragihandina vê rojê, gelek welatan di makeqanûnên xwe de guhertin çêkirin. Lê li Tirkiyeyê rewş berevajî vê bû. Îktîdara AKP’ê bi “Qanûna Çiraxtiyê” karkeriya zarokan bêhtir teşwîq kir. Li Tirkiyeyê cara ewil di sala 1972’yan de “Qanûna Çiraxtiyê” hatibnû derxistin. Ev qanûn ji bo kargehên ku dixwestin zarokên xizan bidin xebitandin lê nekevin ber qanûna kar hatibû derxistin. Di bin navê “Perwerdeya pîşeyî” de di serî de pîşesazî, êdî zarok di gelek qadan de hatin xebitandin.    QEZENCA JI XEBITANDINA ZAROKAN    Di serdema AKP’ê di bin navê “Perwerdeya pîşeyî” de gelek dibistanên amadehî yên pîşeyî hatin vekirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi giştî 3 hezar û 792 dibistanên amadehî yên pîşeyî hene. Li van dibistanan bi giştî milyonek û 848 hezar û 236 xwendekar tên perwerdekirin. Di bin navê perwerdeya pîşeyî û teknîkî de zarok, bi mehane bi hezar û 300 TL’an di mercên giran de tên xebitandin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî di 21’ê kanûna 2021’an de di Qanûna Perwerdeya Pîşeyî ya Hejmar 3308’an de guhertin kir û xwendekar êdî li dibistanan dikarin di sektorên cuda de bên perwerdekirin. Bi guhertinê re êdî xwendekar bi navên weke “çirax, qalfa û hoste” ji hev hatin cudakirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) Mahmût Ozer di 24’ê kanûna 2022’yan de çû serdana Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkî ya ASELSAN’ê û got ku hejmara çirax û qalfayan a li dibistanan derketiye milyonek û 200 hezar kesan.    Ozer di 18’ê kanûna 2022’yan de jî daxuyaniyek da û got ku dibistanên amadehî yên pîşeyî di nava 11 mehan de milyarek û 955 milyon TL pere qezenc kirine û ji vî pereyî 94 milyon û 332 hezar lîre ji bo xwendekaran çûne, 206 milyon û 608 hezar lîre ji bo mamosteyan çûne. Milyarek û 654 milyon lîreyên li ser xebitandina zarokan hatin bidestxistin jî ji bo xizîneya dewletê çûn.    HERÎ KÊM 5 MILYON ZAROK TÊN XEBITANDIN    Li gorî encamên “Lêkolîna Hêza Xebatê ya Malbatê” ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku di sala 2022’yan de weşand, rêjeya tevlibûna hêza kar a zarokên di navbera 15-17 salî de ji sedî 18,7 e. Li gorî Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Karkeran û Kar (ÎSÎG) jî hejmara zarokên tên xebitandin tê veşartin. ÎSÎG’ê got ku milyonek û nîv zarokên di bin navê çirax û stajyer de li dibistanên amadehî yên pîşeyî tên xebitandin, weke zarokên karker nayên hesibandin û li îstatîstîkan nayên zêdekirin. Dema ev hejmar jî tên hesibandin, niha li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon (di mehên havînê de derdikeve derdora 5 milyonan) zarokên karker hene. Ji ber ku zarokên penaber û koçberan li van îstatîstîkan nayên zêdekirin, hejmara zarokên tên xebitandin tên veşartin. Her wiha li gorî daneyên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî û Wezreta Xebat û Ewlekariya Civakî; di sala 2022’yan de herî kêm 3 hezar û 552 zarok li kolanan tên xebitandin.    868 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN    Li gorî daneyên ÎSÎG’ê; ji sala 2002’yan ku AKP bûye îktîdar heta 31’ê gulana 2023’yan, herî kêm 968 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2002’yan de herî kêm zarokekî, di sala 2003’yan de herî kêm 18 zarokan, di 2004’an de herî kêm 29 zarokan, di 2005’an de herî kêm 27 zarokan, di 2006’an der herî kêm 29’an, di 2007’an de herî kêm 28’an, di 2008’an de herî kêm 29’an, di 2009’an de herî kêm 12’an, di 2010’an de herî kêm 24’an, di 2011’an de herî kêm 24’an, di 2012’an de herî kêm 15’an, di 2013’an de herî kêm 59’an, di 2014’an de herî kêm 54’an, di 2015’an de herî kêm 63’yan, di 2016’an de herî kêm 56’an, di 2017’an de herî kêm 60’an, di 2018’an de herî kêm 67’an, di 2019’an de herî kêm 67’an, di 2020’an de herî kêm 68’an, di 2021’an de herî kêm 63’yan, di 2022’yan de herî kêm 64’an û di 5 mehên sala 2023’yan de jî herî kêm 11 zarok bûn qurbaniyên cînayetên kar.   XWARINA KEDA ZAROKAN   Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna karkerên zarok xizantî ye û wiha got: “Krîza aborî di nava 7-8 salên dawî de kûrtir bû. Ev yek jî dike di nava malbatên zarokên wan hene de zarok ji perwerdeyê dûr bikevin û tev li xebatan bibin. Daneyên TUÎK’ê yên têkildarî zarokên karker rast nînin. Yek ji sedemên din a ku malbat zarokên xwe neşînin dibistanan jî bêfonksiyonhiştina perwerdeyê ye. Mekanîzmayeke raya giştî ya ku bikare pêşî li ber xebitandina zarokan bigire tune ye. Îktîdara AKP’ê ji xwe siyaseteke dijî kedê dimeşîne û keda hemû kedkaran bêqîmet dike. Êdî zarok pir bi hêsanî tên xebitandin. Ji ber ku nayên qeydkirin û pereyekî kêm didin wan. Îktîdara AKP’ê vê polîtîkayê didomîne. Di bin navê dibistanên pîşeyî de zarokan didin xebitandin. Ji sala 2008’an heta niha ev polîtîka tê meşandin. Pereyê ji wan xwendekaran re tê dayîn jî ji fona bêkariyê tê dayîn. Anku tu pere ji berîka patronan dernakeve. Ji niha ve zarokan hînî mercên nebaş dikin. Li gorî daneyên SGK’ê, milyonek û nîv zarok li ser ÎŞKUR’ê tên xebitandin. Ev zarok li ser cemaweriyê ji bo alîgirên AKP’ê tên îstîhdamkirin. Qada kedxwariyê tê vekirin. AKP vê yekê li dijî sermayeyê weke bertîlê bi kar tîne.”    DANEYÊN TÊKILDARÎ MIRINAN TUNE NE   Ok, diyar kir ku AKP siyaseteke li dijî jiyanê dimeşîne û wiha bi dawî kir: “Ev siyaset ne tenê ji bo zarokên karker derbasdar e. Ji zarokên bi wesayîtên zirxî tên kuştin heta yên rastî tundiya nava malê tên jî derbasdar e. Siyaseteke dijî jiyanê ya sîstematîk heye. Derheqê zarokên karker de tenê daneyên ÎSÎG’ê hene. Lê ev daneye rastiya heyî venabêjin. Ji ber ku ÎSÎG tenê daneyên ew bi xwe dibîne parve dike. Daneyên rast, hîn zêdetir ein. Bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku emrê xebatê 14 e, bi hezaran zarokên dibin qurbanên cînyatên kar nayên qeydkirin. Lewma hejmara heyî pir zêdetir e. Daneyên fermî tune ne û ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku li holê polîtîkayek heye. Dane tên parvekirin û delîlan tune dikin. Têgeheke bi navê zarokên karker tune ye. Divê zarok heta temenî li dibistanan bin. Heta ku îktîdara heyî û sermaye vê weke xwarina kedê bi kar bînin, ev mijar dê her tim di rojeva me de bin. Divê em hem li dijî îktîdarê hem jî li dijî xebitandina zarokan têbikoşin.”    MA / Bêrîvan Kutlu