Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê 2023-06-11 12:39:17   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku girtiya nexweş Fatma Tokmak rojê tenê dikare saetekê razê û da zanîn ku girtî Mucella Yapici jî biryar daye ku ji ber binpêkirinên heyî neçe nexweşxaneyê.    Sepanên zext û îşkenceyê yên li girîgehan bênavber didomin. Yek ji binpêkirinên sereke yên li girtîgehan jî astengkirina mafê jiyanê ye. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di 8’ê hezîranê de çû serdana Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û têkildarî binpêkirinên li wê derê axivî.    Keskîn, da zanîn ku girtiya nexweş Fatma Tokmak 22 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên wê yên weke derîçeya dil, bronşît û bêhnkurtkê hene û ev agahî dan: “Muwekîla min Tokmak ji ber sûcekî ku wê nekiriye di girtîgehê de tê ragirtin. Dema Tokmak dihat darizandin, bi tirkî nedizanî. Bi darê zorê îfade pê dan îmzekirin û lêpirsîn hate destpêkirin. Doza wê li ser vê bingehê hate vekirin. Di dema lêpirsînê de zarokê wê yê biçûçik jî pê re bû û rastî gelek îşkenceyan hat.”    ROJÊ TENÊ SAETEKÊ DIKARE RAZÊ    Bi domdarî Keskîn diyar kir tevî nexweşiyên giran ên Tokmak jî Saziya Tipa Edlî (ATK) derheqê wê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û wiha pê de çû: “Raporên ATK’ê yên têkildarî girtiyên siyasî her tim wiha ne. Lê Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) raporek amade kir û got ku Fatma Tokmak nikare di girtîgehê de bimîne. Me ev rapor jî pêşkeşî dozgeriyê kir lê mixabin ev daxwaza me heta niha jî nehatiye qebûlkirin. Her wiha me serî li Wezareta Dadê jî da. Lê daxwaza me hate redkirin. Rewşa tenduristiyê ya Tokmak roj bi roj bêhtir krîtîk dibe. Ji ber nexweşiyên xwe, rojê tenê dikare saetekê razê. Êdî bi zor û zehmet bêhnê distîne, bijîşkê wê pê re eleqedar nabe û rastî miameleyeke xerab tê.”     BIRYARA NEÇÛNA NEXWEŞXANEYÊ   Keskîn, got ku di heman rojê de çûye serdana endama Lijneya Rêveber a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Mucella Yapici jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Yapici birin nexweşxaneyê, kelemçe li destên wê hatibû şidandin. Lewma destên wê reş û şîn bûne. Her cara ku dibin nexweşxaneyê îşkenceyê lê dikin. Lewma biryar da ku êdî neçe nexweşxaneyê. Em bûn şahid ku ev kes ji kesên derve bihêztir in. Tespîtên wan ên siyasî nîşaneya vê ye. Yapici got ku di sala 2015’an de ji cezayê hatiye dayîn beraet kiribûn lê cara duyemîn ji heman cezayî hatine girtin.”    FATMA TOKMAK KÎ YE?   Fatma Tokmak, di sala 1996’an de tevî kurê xwe yê 2 sal û nîvî yê bi navê Azad li Kocaeliyê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. Dadgehê, bi îdiaya “Xerabkirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Tokmak. Beriya bikeve girtîgehê tu nexweşiyên Tokmak nebûn lê di nava salan de rastî gelek îşkenceyan hat û bi demê re gelek nexweşî lê peyda bûn. Niha jî nexweşiyên derîçeyê dil, bronşît û bêhnkurt lê peyda bûne. Divê bi awayekî rêk û pêk were tedawîkirin û dermanan bixwe. Tokmak, di sala 2006’an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi şertê “qedexeya derveyî welat” hate berdan. Lê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wê erê kir, di sala 2010’an de dîsa hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.