Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin 2023-06-11 16:21:42   WAN - Girtiyê bi navê Haîder Qurbanî ji hêla rejîmê ve hate bidarvekirin. Birayê Qurbanî, Dana Qurbanî jî hate revandin.    Welatiyê bi navê Haîder Qurbanî di 16’ê cotmeha 2016’an de bi îdiaya “muxalefeta li dijî dewletê” hate girtin û di 19’ê kanûna 2021’an de jî hate bidarvekirin. Birayê Qurbanî, Dana Qurbanî ji hêla rêxistina îstîxbaratê Kamerûnê ve hate revandin. Li gorî agahiyên malbatê dane; hêzên rejîma Îranê bi 3 wesayîtan ser dikana Dana Qurbanî de girtin û revandin. Hat zanîn ku bavê Dana Qurbanî çû serdana Yekîneya Îstîxbarata Kamerûnê lê belê têkildarî kurê xwe tu agahî wernegirtin.