Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin 2023-06-11 17:28:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Huseyîn Arasan ê li Silêmaniyê hate qetilkirin li Qendîlê hate veşartin.    Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, di 9’ê hezîranê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê li pêşiya avahiya komeleyê rastî suîqestê hat û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin. Cenazeyê Arasan, di saetên serê sibê de ji morga saziya tiba edlî ya li Silêmaniyê hate wergirtin û birin Mizgefta Ehmedê Hecî Elî. Cenazeyê Arasan bi konvoya ji dehan wesayîtan pêk dihat birin “Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr” a li Qendîlê. Konvoya cenaze li vir ji aliyê gelek kesan ve bi dirûşmeya “şehîd namirin” hate pêşwazîkirin.    Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Muslim Kaplan ê piştî rêzgirtinê axivî wiha got: “Bila dijiminên dixwazin me ji tevgerê veqetînin bizanin ku em di rêya rast a şehîdan de ne. Armanca şehîdan armanca kurdan e.”    Kaplan wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Em bang li hikumetê, PDK’ê, YNK’ê û hemû aliyan dikin; başûrê Kurdistanê veguheriye cihê xayînan. Heke YNK naxwaze li ser xeta PDK’ê û faşîstan biçe, divê bikeve pêş van êrişên terorê û kujeran bibîne û ceza bike.”   Ji Tevgera Azadî Rehman Resûl jî wiha got: “Divê kujer di demekî nêzîk de derxînin holê  û bên cezakirin.”   Piştî axaftinan cenaze Arasan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Şehîd Huseyîn nemir e” hate veşartin.     Roja duşemê di navbera saet 10.00 û 17.00’an de wê li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê şîn bê danîn.