Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin 2023-06-12 09:04:45 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê ji peywirê hatiye wergirtin, diyar kir ku bi dersên ji hilbijartinên meha gulanê bên wergirtin divê bi awayekî xurt ji rêveberiyên herêmî re amadekarî bên kirin û wiha got: “Ne pêkane ku di bingeheke ne bawer de jinûve avakirinek bê kirin.”   Lijneya Rêveberiya Herêmên Demokratîk ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartinên giştî yên 2023’yan, di 10’ê hezîranê de li Amedê civîneke nirxandinê li dar xist. Di civînê de encamên hilbijartinên Serokkomariyê û giştî yên meha gulanê de hatin lidarxistin hatin nîqaşkirin. Nîqaşên ku di çarçoveya rexneyên gel, divê polîtîka û rexistinkirina di hilbijartinên herêmî de çawa be hatin kirin de tevahiya rojê berdewam kirin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku di civînê de cih girt, têkildarî pêvajoya hilbijartinê, cîvina ku li dar xistin û rê û rêbazên ku dê di serdema nû de bimeşînin axivî.    Mûstafa Avci   DEMOKRASIYA HERÊMΠ   Avci, anî ziman ku desthilat dixwaze rêveberiyên herêmî weke şaxên xwe yên binî bi kar bîne û wiha got: “Feraseta şaredariyê ya HDP’ê çavkaniyan ji bo gel xerc dike. Ev jî ji bo wan bi kêr nayê. Walî û qeymeqamê xwe tayîn dike. Gel dibîne ku çavkaniyên herêmî, ji bo desthilatê û rêveberiya Enqereyê çawa tên seferberkirin. Esasê vê yekê ew e ku gel girêdayî wan bimîne, çanda ku xwe bi xwe rêvebibe bi dest nexe û demokrasiya herêmî pêş nekeve.”   ‘ME NEKARÎ JI GEL RE VEBÊJIN’    Avci, diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê bi ser dijminatiya gelê kurd hate birêvebirin û da zanîn ku di bingeheke ku kurd û tevgera siyasî ya kurdan neyî de nîqaş hatin birêvebirin. Avci yê hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de bi bîr xistin wiha berdewam kir: “Bi awayekî xwezayî nêzîkatiyeke me jî ya stratejîk hebû. Armancek hatibû diyarkirin.  Di 31’ê adara 2019’an de me ji vê feraseta şer re peyama ‘hûn vê feraseta xwe ya şer kûr bikin û bidomînin em jî dê bajarên mezin bi we bidin windakirin’ da û em serketin. Ev ji bo me sekneke stratejîk bû, me bi awayekî giştî hewl da bigihêjin armanca xwe. Me belkî ev yek nekarî ji gel re vebêjin û hin xetayên taktîkî çêbûn.”   ‘DIVÊ DI GEL DE BAWERIYEK BÊ AVAKIRIN’    Avci, bi lêv kir ku piştî encamên hilbijartinan her demê civîn tên kirin lê vê serdemê rexneyên ji hilbijêrên wan hatine jî esas girtine, nîqaşên xurt bi rê ve birine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî her tiştî divê em bi hemû awayî bikin da ku dubarekirina kombûna ku di encama pêvajoyên hilbijartinên derbasbûyî de çê bûye, çê nebe. Divê hişmendiya “Piştî her pêvajoyên hilbijartinan civînên rexnekirin û rexnedayînê tên kirin lê encamek dernakeve holê. Weke ku dernakeve jî heman xeta û feraset xwe dubare dike’ ku di gel de çêbûye bê şikandin û rêze civînên ku baweriyê di gel de bide avêtin bên kirin. Di bingeheke nebawer de nepêkane ku jinûve avakirinek pêk bê. Ji ber wê yekê nîqaşên îro erênî bûn. Hêviya me ew e ku di vê pêvajoyê de hemû sazî, dezgeh û kes ên kêmasî, nebesî û xetayên taktîkî kirin bi awayekî wêrek nêzîkatiyeke xwerexnedayînê bidin nîşan bidin. Heke wisa bibe em bawer dikin wê encamên civînan baş bin.”   ‘DIVÊ GEL NEYÊ VEDERKIRIN’   Avci, diyar kir ku di bingeha nîqaşan de xwerexnedayîna “divê gel neyê vederkirin” heye û anî ziman ku rêgeza bingehîn ku wan ji partiyên pergalê cuda dike demokrasiya rasterast, tevlikirina hemû beşên civakê û rêxistinkirina pratîk a polîtîk a bi hev re ye. Avci yê qala rexneyên di diyarkirina namzetan de gel esas nayê girtin kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev rexne divê di dema pêş de ji bo hilbijartinên herêmî yên bê kirin, li ber çavan were girtin. Tê gotin, ‘em nikarin pêşhilbijartinan bikin’, rast e heke we pergala rêxistinî ava nekiribe , heke di asta sazîbûnê de fonksiyon nehatibe pêşxistin hûn nikarin pêşhilbijartinan bikin . Lê belê ji bo vê pergalê 10 meh li pêşiya me hene. Nayê wê wateyê ku heta wê demê ev pergal nayê rûniştandin. Eger em seferber bibin, eger pêvajoya xwerexnekirinê û ji nû ve avakirinê di demeke kurt de biqede, em ê pêvajoya rêxistinî temam bikin. Piştî ku pêvajoya rêxistinî qediya û pergal di asta sazîbûnê de ava bû, em dikarin namzetan li ser bingeha vîna gel diyar bikin. Naxwe wê şikestineke cidî rû bide û em ê zehmetiyê bikişînin ku ji nû ve tamîr bikin.”