Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye 2023-06-12 10:23:57 RIHA - Emîne Şenyaşar ji bo kesên li edaletê digerin bûye remsa têkoşîna edaletê. Emîne Şenyaşar ji bo lawê wê yê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan û kujerên hejvîn û du lawên bê cezakirin, 5 sal in li benda “edaletê” ye.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz avêtin ser dikana malbata Şenyaşar û qetlîam pêk anîn. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKP’yî li dikanê bi ferdên malbata Şenyaşar re nîqaş kirin û paşê bi dar û beran, kêran û sîlehan êriş birin ser dikanê. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûn. Birîndarên ferdên malbata Şenyaşar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Êrişê li ber nexweşxaneyê jî berdewam kir. Di êrişa li ser dikanê de Mehmet Şah Yildiz ê kekê Îbrahîm Halîl Yildiz ku birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir. Di vê kêliyê de ferdên malbata Yildiz, li nexweşxaneyê cara duyemîn êriş birin ser ferdên malbata Şenyaşar. Êriş li ber çavê karmend û wezîfedarên nexweşxaneyê pêk hat. Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar li ber çavên bi sedan xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetilkirin.   Haci Esvet û Emîne Şenyaşar bi hawara zarokên xwe çûn nexweşxaneyê. Li ber ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê ferdên malbata Yildiz êriş birin ser Hecî Esvet û li ber çavê Emîne Şenyaşar hevjînê wê hat qetilkirin.    QETLÎAM LI BER ÇAVÊN RAYEDARÊN DEWLETÊ HAT KIRIN    Ferît û Mehmet ên birîndar bûbûn ji aliyê xebatkarên nexweşxaneyê ve hatin revandin û ji qetilkirinê rizgar bûn. Ambulansa ku birîndaran veduhezand li ber nexweşxaneyê bi êrişê re rûbirû ma. Di kêliya ku qetlîam li nexweşxaneyê pêk hat, Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Li gel ku erkana dewletê û ewlehiya asta bilind li baxçeyê nexweşxaneyê bû jî hat îdiakirin ku qeydên kamerayan hatine dizîn. Esvet Şenyaşar li “Qada Zer” a nexweşxaneyê hat qetilkirin û xwîna wî li dîwar ketibû, paşê ser xwînê hat boyaxkirin.    HÊ BIRÎNDAR BÛ HAT GIRTIN    Fadil Şenyaşar ê birîndar bûbû li ser fermana dozgeriyê ku li nexweşxaneyek Amedê dihat tedawîkirin, ji nexweşxaneyê hat derxistin û hat binçavkirin. Fadil Şenyaşar birin Edliyeya Rihayê û serê wî û qirika wî bi ji birînan pêçayî bû hîn bû ku bav û du birayên wî hatine qetilkirin. Şenyaşar ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê û paşê jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Şenyaşar nêzî 5 salan e li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    PÊVAJOYA DOZÊ    Dosyeyên doza qetlîama Malbata Şenyaşar tevî ku bûyer di heman kêliyan de qewimî jî lê dosye wek dosyeyên “dikanê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cihêkirin. Di darizandina têkildarî dikanê de ku hat kirin, 37 sal û 9 meh cezayê hepsê li Fadil Şenyaşar hat birîn. 18 sal jî cezayê hepsê li Enver Yildiz hat birîn. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê di 2’ê nîsana 2021’an de biryarê da û ev biryar di 9’ê kanûna 2022’yan de ji aliyê Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê ve hat xerakirin.    DAWIYA DAWÎ ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN   Lêpirsîna li ser dosyeya “nexweşxaneyê” jî 4 sal û 4 meh berdewam kir û piştî biryara veşarî hat rakirin îdianame hat amadekirin. Heta ku îdianame hat amadekirin, gelek dozger guherîn. Di çarçoveya dozê de derbarê 19 bersûcan de ji qetilkirina Esvet û Adil Şenyaşar de, birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar de ceza hat xwestin. Danişîna ewil di 17’ê çileya 2023’yan de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgehê di biryara navberê ya 1’ê sibatê de dosyeya “dikanê” û “nexweşxaneyê” kir yek û şand 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê. Di danişîna 12’ê gulanê de hat lidarxistin şandeya dadgehê  bi hincetên “gumana sûcê biqewet” li ser Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz heye, ji bo Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek jî “neberhevkirina delîlan” biryara dewama girtinê da û danişînek din taloqî 18’ê tîrmehê kir.    5 SAL IN EDALETÊ DIXWAZIN…    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ku ji êrişê bi birîndarî filitîbû bi daxwaza Fadil Şenyaşar bê berdan, kesên qetlîam pêk anîne û kesên çavê xwe li qetlîamê girtine di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar her ku çû mezin bû û veguherî berxwedanek bênimûne. Emîne Şenyaşar ji bo kesên edaletê dixwazin bû remza edaletê. Bi hincet û îdiayên ku Emîne Şenyaşar seranserî nobedê de gotinên wê “heqaret” kirine 31 caran lêpirsînên cuda derbarê wê de hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 10 heb veguherîn dozê. Tevî gelek şert û mercên dijwar ên demsalan û li gel nexweşiya Emîne Şenyaşar jî bênavber û bêwestan çalakiya xwe domand. Emîne û Ferît Şenyaşar gelek caran “bêhincet” hatin binçavkirin û pankart û dowîzên wan hatin desteserkirin û cezayên pereyan li wan hatin birîn. 5 sal in daxwaza Emîne Şenyaşar tenê edalet e. Emîne Şenyaşar dibêje ji ber edalet pêk nehatiye wê bi nikaribûye şîna hevjîn û zarokên xwe deyne û şîna wan negirtiye. Tevî hemû astengiyên polîsan jî 812 roj in malbat Nobeda Edaletê didomîne. Malbata Şenyaşar carek din di salvegera qetlîamê de wê li ber Edliyeya Rihayê salvegera qetlîamê roja 14’ê Hezîranê pêşwazî bike.    MA / Emrullah Acar