Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket 2023-06-12 10:32:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 182'yemîn a Rojnameya Xwebûn bi manşeta kirmanckî “Daranê Kurdistanî qir kene” balê kişand ser talankirina daristanan.    Hejmara 182’yemîn a rojnameya Xwebûnê ya heftane weşana kurdî dike derket. Rojnameyê di vê hejmarê de bi serenavê “Daranê Kurdistanî qir kene (Darên li Kurdistanê qir dikin)” yê bi zaravayê kirmanckî bal kişand ser qirkirina daristanan. Di vê hejmarê de rojeva têkildarî encamên hilbijartinê jî hate domandin; hevpeyvîna têkidlarî encamên hilbijartinê bi rojnamevan Cahît Mervan re hatiye kirin di vê hejmarê de cih girt.    Dîsa bi nûçeya dosya ya têkildarî tifaqa desthilata AKP’ê û MHP’ê ya bi HUDA-PAR’ê re ava kiriye û nivîsên têkildarî krîza aboriyê jî di vê hejmarê de cih girtin.