Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse! 2023-06-12 11:03:24 AMED - Di danişîna doza parlamenter Adalet Kaya de parêzeran mazbatayê pêşkêşî dadgehê kir. Dadgehê mazbata têrnekirî dît û biryar da ku ji Meclisê belge bê xwestin.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji ber xebatên Komeleya Jinan Rosayê bi heta cezayê hepsê yê 15 salan tê darizandin. Danişîna doza Kaya li 11’emîn Dadgeha Cezayê Girana Amedê hat lidarxistin. Kaya tev li danişînê nebû û parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Gazal Bayram di danişînê de amade bûn.    BELGEYA PARLAMENTERIYÊ HAT XWESTIN    Dozger mutalaya ku xwestibû Kaya were cezakirin bi bîr xist. Dozger xwest têkildarî ku Kaya bûye parlamenter, agahî û belge ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Sekreteriya Giştî ya Meclisê bên xwestin.    Parêzera Kaya, Gazal Bayram da zanîn ku miwekîla wê wek parlamenter hatiye bijartin û mazbataya ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr girtiye pêşkêşî dadgehê kir. Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş jî xwest ku tevdîra qedexeya derketina derveyî welat a ji ser miwekîla wê bê rakirin.    KONTROLA EDLÎ NEHAT RAKIRIN    Şandeya dadgehê biryar da ku derbarê ku Kaya bûye parlamenter û dest bi wezîfeyê kiriye divê agahî û belge ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Sekreteriya Giştî ya Meclisê bê xwestin û rakirina tevdîra qedexeya derketina derveyî welat red kir. Şandeya dadgehê got piştî belge û agahiyên ji Desteya Hilbijartinê û Meclisê bên û revdîra kontrola edlî ya Kaya dê di navbera celseyan de binirxînin û danişînê taloqî 25’ê cotmehê kir.