Parêzer Gulhan Kaya hate girtin 2023-06-12 16:22:56   STENBOL - Parêzera EHB’î Gulhan Kaya ku du rojan di bin çavan de bû, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Gulhan Kaya û Mûstafa Taylan di 10’ê hezîranê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Ji bo dosyayên wan biryara nepeniyê hatibû dayîn. Parêzer Gulhan Kaya ji bo îfadeya li dozgeriyê anîn Edliyeya Stenbolê.    Kaya ku du roj bûn di bin çavan de bû, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî 9’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Stenbolê hate kirin û bi heman îdiayê hate girtin.    OHD: EM ÊRIŞAN QEBÛL NAKIN   OHD’ê, piştî biryarê li ser hesaba xwe ya Twîtterê bertek nîşan da û wiha got: “Endama me parêzer Gulhan Kaya hate girtin. Îktîdar hewl dide pratîka me ya parêzertiyê û xebatên me krîmînalîze bike û em van êrişan qebûl nakin. Tevî hemû zor û zextan jî em ê parastina maf û azadiyan bikin.”    EHB: PARASTIN BÊDENG NEBÛ, DÊ BÊDENG NEBE!   EHB’ê jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Hempîşeya me, hevala me parêzer Gulhan Kaya hate girtin. Dê faşîzm winda bike, em ê bi ser kevin! Parêzerên şoreşger rûmeta me ne! Parastin bêdeng nebû, dê bêdeng nebe!”