Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin 2023-06-12 16:39:53 ENQERE - Di doza êrişa li dijî cemxaneyên li Enqereyê de parêzeran xwest bersûc bên girtin lê dadgehê daxwaza wan red kir.    Li Enqereyê di 30’yê tîrmeha 2022’yan de bi awayek hemwext li dijî sazî û dezgeh ango cemxaneyên elewiyan 5 êriş hatibûn kirin. Piştî êrişê derbarê 3 êrişkaran de ku yek jê girtî ye doz hat vekirin. Danişîna şeşemîn a dozê li 63’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hat lidarxistin. Bersûcên negirtî Çagdaş Can Bardakçi û Baver Gul tev li danişînê nebûn. Bersûcê girtî AhmetOzan Karaca ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen tev beşdarî danişînê hat kirin.    Piştî tespîta nasnameyan parêzer axivîn û xwestin bersûc bên girtin.    Bersûc Karaca diyar kir ku wî bi tena serê xwe êrişê û sûc kiriye. Şandeya dadgehê daxwaza guhdariya li şahidan û daxwaza girtina bersûc Bardakçi û Gul red kir û biryara berdewamiya girtina bersûc Karaca da.    Danişîn taloqî 7’ê tîrmehê hat kirin.