CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn 2023-06-13 11:33:16 NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM'ê ragihand ku 22 leşkerên wan di qezaya helîkopterê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de birîndar bûne.   Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihand ku di qezayeke helîkopterê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22 leşkerên amerîkî birîndar bûne û 10 ji wan ji bo dermankirinê derxistine derveyî Rojhilata Navîn.   CENTCOM'ê destnîşan kir ku derbarê sedema qezayê de lêpirsîn dewam dike û diyar kir ku hemwextî bûyerê tu êrişên dijber pêk nehatine.   Duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kiribû Tirkiyeyê karwanekî hêzên Rûsyayê li ser rêya Mezari Um Hoş-Hirbilê ya bakurê gundewarên Helebê kiriye hedef û di encamê de leşkerekî Rûsyayê hatiye kuştin, 4 leşker bi giranî birîndar bûne.