Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da 2023-06-13 18:46:18       ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgûlê jina ku li nav zeviyê dixebitî di bin traktorê de ma û jiyana xwe ji dest da.   Li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê, îro danê nîvro welatiya bi navê Sebîha Acet ku li nava zeviyê dixebitî, di bin traktora Halît Ecet de ma. Di qezayê de ajovanê traktorê Halît Acet birîndar bû û Sebiha Acet jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Acetê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.