ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-14 09:00:16       * Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku wê bi hezaran endamên DAIŞ'ê li ber çavên gel bi awayekî eşkere bên darizandin û got: "Dadgeh wê li ser esasê Dadgeha Parastina Gel were çêkirin."   * Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus diyar kir ku konferansa 100 saliya Peymana Lozanê dê çarenûsa kurd a pêşerojê diyar bike û got: "Em ji vê konferansê bi hêvî ne. Her saziyek dê daxwaz û armancên xwe pêşkeş bike. Em ê jî deklerasyoneke neteweyî ragihînin. Em ê di vê konferansê de kêmasiyên xwe bibînin û li gorî wê tevlî pêvajoyê bibîn."    * Siyasetmedarê kurd Selîm Sadak diyar kir ku perspektîfa Rêya Sêyemîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan hêvî ye û got: “Divê kurd tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî tecrîdê jî divê têkoşîn bi hevparî bê kirin.”    * Li navçeyên Basa û Qilêbanê Weqfa Alîkariya Civakî û Piştevaniyê bêhincet meaşên gelek malbatan û malbatên rêveberên HDP'ê betal kir.    * Li Islahiyeyê, rêya ku piştî erdhejê hatibû girtin, 4 meh in nehatiye vekirin. Cotkarên li herêmê, ji ber vê bi gilî û gazin in.    * Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê, xebatkarên tenduristiyê li du klînîkan tên xebitandin û ji yên li ber vê mobbîngê radibin jî, tê gotin ku "ger ne bi dilê we be îstifa bikin."    * Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku bi rabûna dovîzê re dê rêjeya enflasyonê ji sedî 60 zêdetir bibe û piştî meha hezîranê de pêleke nû ya zemê dest pê bike.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 814'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza rojnamevan Ferhat Parlak ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin dê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna doza endama Akademiya Jinan Fîgen Aras ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)    * SES'a Amedê têkildarî mobbînga li ser xebatkarên tenduristiyê dê li ber Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî bide. (12.30)    * Zarok Ma, Ma Music, Meclisa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Komeleya Berî Her Tiştî Zarok li Çiyayê Kirklar dê şahiya zarokan a bi navê "Bafiroka xwe hilgire û were" li dar bixin. (18.00)