Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin 2023-06-14 10:04:59   STENBOL - Siyasetmedarê kurd Selîm Sadak diyar kir ku perspektîfa Rêya Sêyemîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan hêvî ye û got: “Divê kurd tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî tecrîdê jî divê têkoşîn bi hevparî bê kirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Ocalan û girtiyên li cem wî nayê. Daxwaza hevdîtinê ya malbatê û parêzeran bi hinceta “cezayê dîsiplînê” tê redkirin. Rêxistinên hiqûqê û siyasetmedaran serî li Wezareta Dadê dan lê daxwaznameyên wan bêbersiv hatin hiştin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe û bigihîje azadiya xwe li Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê rêzeçalakî berdewam dikin.    Siyasetmedarê kurd Selîm Sadak derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd de axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîdê.    Selîm Sadak    ‘PALANA TÊKBIRINÊ’ Û TECRÎD    Sadak diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di bin navê “çareseriyê” de ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat destpêkirin ji hêla îktidarê ve bi tecrîdkirinê hat bidawîkirin û wiha got: “Cihê wê pêvajoyê bi tecrîda girankirî hat hiştin. ‘Plana Têkbirinê’ bi rêbazên cuda hat birêvebirin. Îktidar û dewleta kûr piştî pêvajoyê bi dawî kirin welat ber bi du bendiyê ve birin. Hat armanckirin ku têkiliya birêz Abdullah Ocalan bi gelê wî û tevgera wî re bê qutkirin. Heke hevdîtinên li gel Ocalan berdewam bikirina, wê destûrê neda vê polîtîkaya dewletê û îktidarê. Wê ewqas bi hovane êrişî siyaseta sivîl nekirina. Bi ‘Plana Têkbirinê’ re tevahiya gelê kurd wek dijmin hat nîşandan. Îro sedema herî mezin ku di şexsê HDP’ê de êrişî kurdan dikin ev e.”    ‘RÊYA SÊYEMÎN BÛ HÊVIYA GELAN’    Sadak anî ziman ku perspektîfa Rêya Sêyemîn a Abdullah Ocalan ji bo gelan bûye hêvî, ji îktidaran re jî bûye tirs û ji ber vê sedemê “pêvajoya çareseriyê” hat bidawîkirin û piştre jî şer xistin dewrê û got: “Îktidar û şirîkên xwe ji berk u rola Ocalan dîtin, vê planê xistin dewrê. Ji ber ku Ocalan tiştên îro diqewimin ji berê ve didît, lewma pêşniyaza Rêya Sêyemîn kir. Lê belê îro qonaxa em têde derbas dibin di nava gelan de şer û dubendî hatiye çêkirin. Yên vê kirin bi hêzdar derketin.”   GELO LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIMIN?    Sadak destnîşan kir ku tecrîd êdî nikare were birêvebirin û Komîteya Pêşîlêgirtina îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) divê eşkere bike ku li Îmraliyê çi diqewime û wiha axivî: “Bêdengiya wan jî nîşan dide ku terefê vê tecrîdkirinê ne. Çavê hemû dinyayê li ser CPT’iyê ye lê qet tecrîd ne di xema wan de ye. Bêdengiya wan tê maneya ku polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê pesind dike. Halbûkî divê ku demildest derbarê tiştên li Îmraliyê diqewimin daxuyanî bide û divê CPT bêdengiya xwe xera bike û tiştên li Îmraliyê diqewime rave bike. Ji ber vê sedemê  divê di serî de hemû kurdên li Ewropa û saziyên wan bi awayek demokratîk zextan li ser CPT’iyê bike. Divê gel jî bikeve nava hewldanên ku balê bikişîne ser xwe. Ji bo vê yekê jî gelê kurd neçare ku tifaqa xwe ya neteweyî ava bike. Pêwîste di mijarên wek tecrîdê û gelek mijarên din de têkoşînek hevpar bê kirin. Gelo pir zehmet e? Belê zehmet e lê em neçarin viya bi ser bixînin. Pozîsyona gelê kurd ya îroyîn gelek hêzdar e û kurd dikarin gelek tiştan bikin. Pêwîste li dijî tecrîdê siyasetek gelek cidî û çalakiyên gelek cidî bên kirin.”    MA / Ergîn Çaglar