Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin 2023-06-14 10:24:14   AMED - Girtiyê bi navê Suleyman Ayaz ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, bi nexweşiya osteoporozê ketiye. Ayaz, ji bo testê bike daxwazname da rêveberiya girtîgehê lê hate redkirin.    Girtiyê bi navê Suleyman Ayaz, 18 saliya xwe de di dema qedexeya derketina derve ya Sûr a Amedê de hate girtin ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû ragihandin. Di dozê de li Ayaz 31 sal cezayê hefsê hate birîn. Piştî erdhejên Mereşê jî ji Girtîgeha Tîpa D a bi Ewlekariya Bilind a Amedê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate kirin. Ayaz, binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê li dijî wî tên kirin bi malbata xwe re parve kir û xwest ku parastvanên mafên mirovan û parêzer biçin serdana girtîgehê.    Talezî Ayaz, bi kurê xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Dayik Ayaz, da zanîn ku kurê wê ji ber nexweşiyan bi zor û zehmet diaxive û ev agahî dan: “Pirsgirêka wî ya rûviyan û bêhnkurta wî heye. Ji min re got; ‘dayê cihê me gelek tenge, êdî nikarim bêhnê bistînim.’ Kîloya kurê min beriya niha gelek baş bû. Lê niha zeîf bûye, nikare xwarinê bixwe û got ku nikarin serê xwe bişon. Ditirsim ku nexweşiyên wî girantir bibin. Heke tiştek bi kurê min bibe dê dinyayê xerab bikim. Di 18 saliya xwe de kete girtîgehê lê niha weke kesekî 50 salî xuya dike. Ev 8 sal in bi şev û roj digirîm. Êdî di çavên min de rondik neman.”    GIRTÎGEH DÛR E, NIKARE BIÇE HEVDÎTINÊ   Bi domdarî Ayaz anî ziman ku dema kurê wê li Amedê dikariyan biçin serdanê û wiha pê de çû: “Me hem di dît hem jî li ser telefonê pê re diaxiviyam. Dixwazim kurê min bînin bajarekî nêz. Dema kurê min li vê derê, li ser telefonê 20 deqeyan pê re diaxiviyam. Lê niha tenê 10 deqeyan destûrê didin. Hêj gotinên me temam nebûyîn telefon tê qutkirin. Ji bo dîtina wî em diçin cihekî dûr. Rewşa me ya aborî baş nîne. Zarokekî min ê ji sedî 96 astengdar heye. Çûna wê derê me zêde dide zorê. Min rapora zarokê xwe yê astengdar şand û min got rewşa min rê nade bêm serdanan. Lê tiştek nekirin.”    JI BO PITIK JÎ LÊGERÎNA TAZÎ KIRIN   Di berdewamê de Ayaz bal kişand ser zehmetiya hevdîtina 4 meh piştre û ev agahî parve kir: “Roja yekşemê bi şev saet 22.00’an de em bi rê ketin. Serê sibehê saet 06.00’an gihiştin wê derê. Hevdîtin saet di 15.00’an de bû. Ez, kurê min û keça min çûn. Keça min ji neçarî neviya min a 6 mehî jî anîbû. Beriya bigirin hundir, li ser me tevan lêgerîn kirin. Lê neviya min a 6 mehî tazî kirin û lêgerîn kirin. Hindik mabû zarok di nava lepên wan de ser hişê xwe biçe. Nehiştin em xwe nêzî pitik bikin. Bi nefretê pitik lêgerîn dikirin. Piştre jî bîberonê pitikê standin û gotin ‘qedexe ye.’ Me got ma dê çi ji bîberonê pitikê derkeve. Em li dijî wan derketin û wisa dan. Heta ku em vegeriyayîn Amedê jî pitik bi ser xwe ve nehat.”   DAXWAZA TESTA HESTÎ NEHAT QEBÛLKIRIN   Ayaz, got ku yek ji nexweşiyên kurê wê jî osteoproz e (helana hestiyan) û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min di temenekî biçûk de kete hefsê û hestiyên wî dihelin. Bijîşk got ku divê testa hestiyên wî were kirin. Wî jî ji bo testê daxwazname da rêveberiya girtîgehê lê ev daxwazname red kir. Tekane daxwaza kurê min ew e ku parêzer pê re eleqeder bibin û daxwaznameyên xwe bi rêya parêzeran bişîne. Bila biçin serdana kurê min û girtiyên din. Heke tu tiştekî nekin jî qet nebe dê zarokên me xwe baş hîs bikin. Me têkildarî binpêkirinên li vê girtîgehê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.”   Ji bo binpêkirinên heyî em li rêveberiya girtîgehê geriyan lê bersiv nedan telefona me.