Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn 2023-06-14 12:32:08   EDENE - Hunermend Îlyas Arzu ji ber îfadeyên şahidan, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    Solîstê Koma Pel’ê Îlyas Arzu û hunermend Jiyan Savci ji ber îfadeyên şahidên nepen û eşkere bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate lidarxistin. Arzu û Savci ku negirtî dihatin darizandin tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    DADGEH: AGAHIYEKE MIN A BAŞ Û YEK JÎ YA NEBAŞ HEYE    Dozger xwest hunermend bi îdiaya “ji bo di çalakiyên çekdarî de bên bikaranîn ji bo rêxistinê endam peyda kirine, bi hinceta perwerdeya muzîkê tên ba hev û ji bo propagandaya rêxistinê bo ciwanan dikin û ciwanên jê bandor dibin jî dişînin çiyê” bên cezakirin. Parêzeran jî diyar kirin ku miwekîlên wan hunermend in û îdiayên dozger red kirin. Parêzeran daxwaza beraeta miwekîlên xwe kirin.    Serokê dadgehê jî ji parêzeran re got; “Ji bo we agahiyeke min a baş û yek jî ya nebaş heye” û biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ji bo Savci biryara beraetê da û ji bo Arzu jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da.