Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî 2023-06-14 13:05:25   ENQERE - Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Olûç bertek nîşanî girtina endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş da  û got: “Tu hevalên me serî netewandin û wê netewînin jî.”    Serokwekîlê Koma Partiya Partiya Çepên Kesk Sarûhan Olûç li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxandin. Olûç bal kişand ser rewşa aboriyê ya ku her diçe ber bi kambaxiyê ve diçe û xwest rewşa aboriyê were başkirin.   TÊKOŞÎNA DI NAV GEL DE    Olûç anî ziman ku ew ê di heyama nû de ji bo mafên bingehîn, azadiyan û demokrasiyê têkoşîna xwe bênavber bidomînin û ji xeynî Meclisê dê di nava gel de siyasetê û xebatê bikin û got: “Em ê bi ked û têkoşînek berfirehkirî berpirsiyariya xwe bicih bînin. Em ê hewl bidin bendewarî û daxwazên gel bicih bînin û bibin hevkarê derde wan. Em ê ji bo gelê xwe hin bêtir bixebitin.”    MEAŞÊ KÊMTIRÎN    Olûç bal kişand ser civîna Komîsyona Tespîta Meaşê Kêmtirîn (Asgarî Ucret) û wiha got: “Meaşê kêmtirîn di navbera îktidarê û nûnerên karkeran de bûye mijara bazariyê. Em dibêjin; daxwazên sendîkayan, karkeran, kedkaran, karmendan û nûnerên karkeran li ber çavan bigirin. Wan daxwazan binirxînin û ji bo bihakirina meaşê kêmtirîn gavan biavêjin.”    BINÇAVKIRIN Û GIRTIN    Olûç bal kişand ser pêla binçavkirin û girtinan ên piştî hilbijartinan û wiha axivî: “Her ku ev îktidar dibîne tu feydeyê ji van operasyonan nagire jî lê dîsa pêk tîne. Ev rewş merivan heyirî dihêle. Li Şirnexê piştî hilbijartinê herî kêm 100 kes hatine binçavkirin. Gelo ev tesadufî ye? We gelek caran dît ku ev operasyonên we yên girtin û binçavkirinê kêrî tiştekî nayê. Hûnê carek din jî bibînin.”    ‘DOGAN ERBAŞ SERÎ NETEWAND’    Olûç bertek nîşanî girtina endamê Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Dogan Erbaş û wiha got: “Hevalê me Dogan Erbaş bi salan rêveberiya vê partiyê û parêzeriyê kiriye. Xwestin ku Dogan Erbaş serê xwe bitewîne, ev dîmenên zîhniyeta îktidarê carek din derketin holê. Gelo Dogan Erbaş serê xwe tewand? Bêguman serê xwe netewand. Tu hevalên me bi van sepanan re rûbirû ma serê xwe netewand û wê netewînin jî. Tu kurdek û demokratek wek Dogan Erbaş wê serê xwe netewînin.”