6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye 2023-06-14 13:48:45   WAN - Girtiyê nexweş Sînan Karer ji ber 16 meh cezayê hevdîtina bi telefonê lê hatiye birîn, 6 meh in nikare bi malbata xwe re biaxive û malbat jî nikare biçe wî bibîne.    Sînan Karer (33) girtiyek nexweş e. Di sala 2016’an de li Colemergê bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevkariya welat û dewletê” hat girtin û 28 sal ceza lê hat birîn. Di meha çile de 16 meh cezayê hevdîtina bi rêya telefonê li Karer hat birîn.    Karer li Girtîgeha Dumluya Erziromê ya Ewlehiya Bilind girtî ye û gelek nexweşî lê peyda bûne û ev 6 meh in nikare li gel malbata xwe pêwendiyê deyne.    NIKARE BIÇE HEVDÎTINA LAWÊ XWE    Dayika Sînan Karer, Zeynep Dayan diyar kir ku ji ber ew nexweş e û sedemên aborî jî nikare biçe hevdîtina lawê xwe û di salekê de 4 caran emeliyat bûye lewma nikare biçe hevdîtinê. Dayan da zanîn ku ji ber cezayê telefonê li lawê wê hatiye birîn jî nikare bi rêya telefonê pê re biaxive û wan serî li rêveberiya girtîgehê û gelek saziyan dane lê serlêdan bêencam mane.    'DIXWAZIM DENGÊ WÎ BIBIHÎSIM’    Dayan anî ziman ku wê daxwazname ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) û Wezareta Dadê re şandiye û got: “Bi mehan e ez nexweş im. Nikarim bi rêya telefonê jî pê re hevdîtin bikim. Ez dixwazim cezayê li kurê min hatiye birîn bê betalkirin. Lê bi tu awayî besiv nadin daxwaznameyên me jî. Ez nikarim biçim hevdîtina lawê xwe lê qet nebe bi telefonê dengê wî bibihîsim.”   Dayan bang li saziyên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina qedexeya telefonê û hevdîtinê bikevin nava hewldanan.