Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn 2023-06-14 13:58:52   AMED - Dadgeha Îstînafê doza rojnameger Ferhat Parlak betal kiribû lê belê dadgeha herêmî di biryara “redkirina dozê” de biisrar e. Di danişîna îro de ji bo doza Parlak dîsa biryaa “redkirina dozê” hate dayîn.   Bi hinceta nûçeyên di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an de û îfadeyên şahidê nepen, derheqê rojnameger Ferhat Parlak de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin.    Dadgeha Îstînafê ji bo doza Parlak biryara betalkirinê dabû û doz jinûve hate lidarxistin. Rojnameger Parlak tev li danişîna dozê bû. Parlak, di parastina xwe de diyar kir ku darizandina wî dibe dubare û îfadeyên şahidên nepen jî deraqilî ne. Parlak, bal kişand ser îdiaya şahidê nepen a “molotof avêt” û piştre jî encama girteka lêkolînê ya Şaxa TEM’a Farqînê. Parlak, wiha domand: “Di dîroka behsa wê tê kirin de dev ji avêtina molotofan berde, bûyereke wisa çênebûye. Ez van tawanbariyan qebûl nakim û daxwaza beraeta xwe dikim.”    DADGEHÊ BIRYARA XWE YA BERÊ DUBARE KIR   Dadgehê, bi bîr xist ku Parlak di dema berê de ji heman dozê hatiye darizandin û ji bo dozê biryara “redkirina dozê” hatiye dayîn û biryara redkirina dozê da.