Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman 2023-06-15 09:55:11   AMED - Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê di doza ku kirin sedemê tayînkirina qeyûm de biryara beraeta wî hate pejirandin, bal kişand ku ji bo îadeyî peywîrê bê kirin tu astengiyên hiqûqî neman û wiha got: “Bila ji xeletiyê bizivirin.”   Ahmet Kaya yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an de ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li navçeya Erxenî ya Amedê ji hevşaredariyê re weke namzet hate nîşandan û ji sedî 55,85 hate hilbijartin, di 23’ê adara 2020’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hate dûrxistin. Şûna Kaya yê bi hinceta lêpirsînên derbarê wî de hatine destpêkirin ji peywîrê hate wergirtin, qeyûm hate tayînkirin.    Pişt re çalakî û aktîvîteyên weke civîna danasîna namzetan, pîrozbahiya Newrozê, serdanên şînan hincet hatin nîşandan û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Kaya de doz hate vekirin. Di danişîna doza li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de biryara beraetê hate dayîn. Biryar ji ber serlêdana temyîzê nehate kirin di 7’ê nîsanê de teqez bû. Parêzerên Kaya bi ser Walîtîya Amedê re serî li wezareta Karên Hundir da. Hate xwestin ku Kaya îadeyî peywîra xwe ya hevşaredariyê bê kirin.    Walîtiyê li heman dadgehê serlêdan kir û bi îdiaya “agahiya wan ji biryarê nîne” xwest “îhtîmala zirara cemaweriyê û rewşa wan a mudaxilbûna dozê” bê nirxandin û biryara teqez bûyî bê rakirin. Biryar, bibin dadgeha îstînafê. 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, biryara beraetê pejirand. Piştî ku hikum teqez bû ji bo îadekirina peywîrê ya Kaya serlêdan hate kirin.    TÊ PAYÎN KU ÎADEYÊ PEYWÎRÊ BÊ KIRIN   Kaya, yê têkildarî biryara derbarê wî de axivî, dosyaya ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm weke “sexte” penase kir. Kaya, bal kişand ser hinceta “tevlibûna wî ya bernameya danasîna namzetan a HDP’ê” û anî ziman ku hemû îdia “hincetên vala ne”. Kaya yê hewldanên walîtiyê yên li dijî biryarê bi bîr xistin wiha got: “Dosyaya nêzî 2 sal in li îstînafê ma dadgehê pejirand. Doz bi 22’yê gulanê re teqez bû. Doza qeyûm ji her alî ve xelas. Me jî daxwaza îadekirina peywîrê duh (13 hezîran) ji walîtiyê re ragihand. Em li bendê ku di nava mehekê de bersivê bidin.”   Ahmet Kaya   ‘BIRYARÊN QEYÛMAN SIYASÎ NE’    Kaya, bi lêv kir ku dozên qeyûman siyasî ne û diyar kir ku tevî li pêşiya îadekirina peywîra wî tu astengî nînin jî nizanin ka dê îadeyî peywîrê bê kirin an an. Kaya, destnîşan kir ku ji tayînkirina qeyûman re “şandina pereyan a ji rêxistinê re” û “fînansekirina rêxistinê” weke hincet hate nîşandan û ev tişt got: “Ev derew bûn. Dozger bi xwe dibêje ‘Ev dosya vala ye, tu îdiayên ku bi dest bigirin tune ne’. Ji ber wê yekê ji bo me tişteke teqez heye; biryarên qeyûman temamî siyasî ne. Dema min cara ewil îdianame dît, min got ‘em ê keyfê bikin’. Rewşeke trajîkomîk e. Weke dika şanoyê.”   Kaya, da zanîn ku heke ji îadekirina peywîrê re biryareke neyînî bigirin wê serî li Dadgeha Îdareyê bidin û wiha berdewam kir: “Pişt re dema rêyên hiqûqa navîn bi dawî bûn em ê pêvajoyên AYM’ê û DMME’yê bidin destpêkirin. Em ê pey vê dozê qet bernedin. Hemû hevalên me jî wê heta dawiyê serî lê bidin. Ji ber ku divê em pergala qeyûm ji her alî ve, li her derê deşîfre bikin.”   Kaya, anî ziman ku bi bersiva ji wî re bidin wê xebata kabîneya nû diyar bibe û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hiqûq nayê bicihanîn weke ji lotoyê derkeve dê biryarê bidin. Lê em hêvî dikin ku ji xeletiyê vegerin. Dozên hevalên din jî bi beraetê encam bûn. Bila demildest hemû dozên qeyûman ji holê bên rakirin û dawî li van bûyerên pêkenok bê anîn.”   MA / Mujdat Can