Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin 2023-06-15 10:15:08   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li Şirnex û navçeyên wê ji bo 15 rojan 11 herêm weke “herêmên ewlehiyê” ragihand.    11 herêmên di nav sînorên Şirnex û navçeyên wê de ji bo 15 rojan bi awayekî demkî weke “herêmên ewlehiyê” hatin ragihandin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate dayîn de herêmên di nav sînorên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê yên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Kela Memê, Newala Serîn, Feraşîn, Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenîn, di navbera 15 û 29’ê hezîranê de weke herêmên ewlehiyê yên demkî hatin ragihandin.