Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin 2023-06-15 10:21:01 ÎDIR - Parêzer Ridvan Şahîn diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê gelek binpêkirin hene û wiha got: “Girtiyan ji me re gotin; ‘gardiyan me dixin odeyê, kamerayan digirin û li me dixin.’ Ev mînak, asta îşkenceya li wir tê kirin nîşan dide.”    Bi Girtîgehên Tîpa S’yê re tecrîda li ser girtiyan jî girantir bû. Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku her tim bi binpêkirinan di rojevê de ye,  didomin. Di 20’ê sibata 2022’yan de girtiyê bi navê Sezer Alan û di 20’ê adara 2022’yan de jî girtiyê bi navê Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn. Rêveberiya girtîgehê jî bi îdiaya “întîharê” hewl da bûyerê veşêre.    Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ne tenê li dijî girtiyan lê di heman demê de li dijî parêzeran jî gelek binpêkirin hene. Parêzerê bi navê Ridvan Şahîn dema ji bo serdana miwekîlên xwe çûy girtîgehê, rastî êrişa gardiyanan hat. Şahîn, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê û bûyera derbkirina xwe vegot.    ‘10-15 GARDIYAN BI SER ME DE HATIN’   Şahîn, da zanîn ku ji meha çileyê ve hem ji girtiyan û hem jî ji malbatên wan ve ji bo wan gelek gilî hatine kirin û wiha domand: “Li ser vê yekê em 3 parêzer di 14’ê nîsanê de çûn serdana girtîgehê. Girtiyekî got; ‘Ez êdî nikarim vê rewşê ragirim, ez ê zendikên xwe bibirim.’ Piştî malbata wî em agahdar kirin jî em çûn girtîgehê. Dema li odeya parêzeran li bendê disekiniyan, dengê ‘wisa nekin, li serê min nexin’ hatin. Hevalên me yên parêzer jî gardiyan hişyar kirin da ku îşkenceyê nekin. Li ser vê yekê derdora 10-15 gardiyan bi ser me de hatin. Gardiyan li pey hincetekê bûn ku êrişî hevalên me bikni. Dema min xwestî mudaxele bikim jî îcar êrişî min kirin.”    ‘GILIYÊN ÎŞKENCEYÊ HENE’   Bi domdarî Şahîn anî ziman ku têkildarî bûyerê girtek girtine û serlêdana sûc kirine. Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em bi parêzerên din re axivîn me ferq kir ku ji bo îşkenceyê gelek giliyên din hatine kirin. Giliyên girtiyan hene lê serdozger daxwaza me ya hevdîtinê red kir. Çima naxwazin bi me re hevdîtinê bikin? Em bi xwe rastî êrişê hatin. Heke van tiştan bi parêzeran bikin, êdî texmîn bikin bê ka niha çi bi serê girtiyan tînin. Gilî hene ku kesên li girtîgehê dimînin ji meha çileyê heta niha di bin zextê de ne û rastî miameleya xerab tên.”    GIRTÎ: KAMERAYAN DIGIRIN    Di berdewamê de Şahîn destnîşan kir ku Girtîgeha Tîpa S bi destpêkirina pandemiyê re hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Piştî sala 2022’yan gelek giliyên îşkenceyê bo me hatin. Tê îdiakirin ku du girtiyên siyasî întîhar kirine. Piştî van mirinan jî gelek êriş hatin kirin. Miwekîlekî min got; ‘Parêzer beg, gardiyan heqaretê li me dikni. Dema em bersiva wan didin jî me dibin odeyekê. Di halê hazir de li berstûyê gardiyanan kamerayeke ku deng û dîmen digire heye. Lê belê dema dikevin wê odeyê vê kamerayê digirin. Çawa bixwazin wisa li me dixin. Heta qelebalix tên û wisa li me dixin.’ Ev mînak, asta îşkenceya li wê derê nîşan dide.”    Parêzer Şahîn, bi lêv kir ku ji xwarinan heta rêveberiyê û gardiyanan, di gelek mijaran de giliyên girtiyan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gardiyan gelemperî tundiyê li girtiyan dikin. Gardiyan û sergardiyan bi awayekî keyfî tevdigerin û rêveberiya girtîgehê jî gardiyanan esas digire. Lewma pirsgirêk çareser nabin. Rêveberiya girtîgehê bi girtî û parêzeran re hevdîtinê nake. Ev mijar bi giliyan û bi miameleya xerab çareser nabe.”