Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê 2023-06-15 11:05:08   RIHA - Zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak li Rihayê di axûrekê de mirî hatibû dîtin. Malbata Dakak, zarokê xwe şandibûn medreseyeke girêdayî Weqfa Semerkandê û hat zanîn ku Dakak gelek caran hewl daye bireve.    Zarokê bi navê Abdulbakî Dakak (12) ji 13’ê hezîranê ve li Rihayê winda bû. Cenazeyê Dakak li navçeya Eyyubiyeyê di axûrekê de hate dîtin. Cenazeyê Dakak daliqandî bû. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û hûrgiliyên balkêş derdikevin holê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; malbata Dakak li navçeya Serêkaniyê dijî û salek berê Dakak bi darê zorê şandiye cem medreseya girêdayî Weqfa Semerkandê ku ji hêla endamên Menzîlê ve hatiye avakirin a li Taxa Beşat a navçeya Eyyubiyeyê. Dakak hem li medreseyê hem jî li dibistana seretayî ya li taxê “perwerde” didît û di nava salekê de 2 caran reviya malê. Lê belê malbata wî her carê bi darê zorê dîsa şand medreseyê.    Dakak, di 13’ê hezîranê de ji medreseyê derket û êdî tu agahî jê nehatin girtin. Cenazeyê Dakak duh di axûra li kêleka medreseya girêdayî Weqfa Semerkandê de bi awayekî daliqandî hate dîtin. Cenazeyê Dakak ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê û di saetên şevê de jî radestî malbata wî hate kirin. Dakak, li Goristana Asrî ya li navenda Serêkaniyê hate definkirin. Hat îdiakirin ku Dakak “întîhar” kiriye.    ŞAREDARIYA EYYUBIYEYÊ AVA KIR   Hat zanîn ku li medreseya Dakak bi darê zorê lê hatibû şandin 20 zarok “perwerdeya olî” dibînin û li wir dimînin. Medreseya behsa xeberê ji hêla Şaredariya Eyyubiye ya AKP’î ve hate çêkirin. Ji bo cihê medreseyê qadeke Goristana Taxa Beşatê hatiye veqetandin. Medrese di 29’ê îlona 2018’an de hate vekirin û Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Ekîncî û Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Halîl Ozcan jî tev li bernameya vekirinê bûn.    Di bernameya vekirina vê avahiyê de pênaseyên weke “medrese, qursa Qur’anê, mala şînê û eywana pirarmanc” hatin kirin. Di demên piştre de jî dewrî terîqeta Menzîlê hate kirin. Tu fermiyeta vê medreseyê nîne û kesên li vir “perwerdeyê” didin jî girêdayî Diyanetê nînin.    ‘MELAYÊ NEFERMÎ PERWERDEYÊ DIDE’   Têkildarî mijarê me xwe gihand keyayê Taxa Beşatê Omer Kaya. Kaya, îdiayên têkildarî Dakak û medreseyê piştrast kir. Kaya, ev tişt anî ziman: “Vî zarokî çend caran ji malbata xwe û hevalên xwe yên li cem wî dimînin re got ku naxwaze li vir bimîne. Heta 2 caran vedigera malê lê dîsa tînin vê derê. Herî dawî jî winda bû. Du roj berê em li her derê lê geriyan. Duh me di axura rex medreseyê de bi awayekî daliqandî dît. Rewşekî fermî yê medreseyê tune ye. 20 xwendekar ji derve anîne û li wir dimînin. Melayekî nefermî li wir perwerdeyê dide. Carnan gundî di navbera xwe de alîkariyên madî kom dikin û didin wan.”    Em li malbata Dakak jî geriyan lê bersiva telefonên me nedan.    MA / Emrûllah Acar