Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin 2023-06-15 13:43:03   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 6 girtiyan li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.    Girtiyê bi navê Baran Gul ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalayê tê ragirtin, da zanîn ku 6 girtiyan di 12’ê hezîranê de li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Gul, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku wî û girtiyên bi navên Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Îhsan Oral, Orhan Doruk û Serhat Erdemcî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine. Gul, diyar kir ku rastî zexta psîkolojîk a rêveberiya girtîgehê tên û hemû mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin. Bi domdarî Gul got ku rêveberiya girtîgehê li gorî Giştînameya Hejmar 4/1 a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê tevnagere û zexta psîkolojîk li wan dike.    'BERPIRSYAR RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’   Di berdewamê de Gul bi lêv kir ku midûrê girtîgehê li hemû girtiyên siyasî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk dike û ev agahî parve kir: “Em dixwazin ku hûn van agahiyan bi raya giştî re parve bikin. Em bedenên xwe didin ber mirinê û dê çalakiya me ya greva birçîbûnê hate dawiyê bidome. Heke em li vir şehîd bibin, berpirsyarê sereke midûrê girtîgehê ye. Em amade ne ku bedel bidin.”