Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê! 2023-06-15 15:49:39   STENBOL - Di doza Dîlan Kortak de polîsên bersûc îdia kirin ku “bi armanca bitirsînin” 25 gule berdane û li xwe mikûr hatin ku Kortak bi awayek birîndar qetil kirine.    Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di 3’ê kanûna 2015’an de polîsan avêtibû ser malekê û Dîlan Kortak a 19 salî qetil kiribû. Têkildarî qetilkirina Kortak derbarê polîsên bi navê Y.Y.A, F.Î.B. û O.Y. doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 68’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadolûya Stenbolê hat lidarxistin. Polîs ji sûcdariya “bûne sedemê kuştina bizanebûn a biqisûr” tên darizandin. Ji polîsan Y.Y.A û F.Î.B. li eywana danişînê amade bûn û bersûc O.Y jî tev li danişînê nebû. Parêzerên malbata Kortak jî di danişînê de amade bûn. Polîsek bi çek ket hundirê eywana danişînê û li ser îtîraza parêzeran sîleha polîs ji eywanê hat derxistin.    XWE DI BIN NAVÊ KU ‘BITIRSÎNE’ DE PARAST    Piştî tespîta nasnameyan ewilî îdianame hat xwendin. Polîsê bersûc F.Î.B., îdia kir ku ew li ser “îxbara xwekuj” çûne mala ku Kortak lê dima û ji ber kesî derî venekiriye derî şikandine û di wê kêliyê de dengê sîlehê ji hundirê hatiye û piştî hişyarî dane bi “armanca bitirsînin” gule berdane cihê vala. F.Î.B., îdia kir ku gule bernedane Kortak û piştî ketine malê û xwestine ku Kortak teslîm bibe lê Kortak gotiye ku ew ê teslîm nebe. F.Î.B., îdia kir ku Kortak gule berê wan daye û di destê wê de sîleh hebûye û piştî sîleha wê teqiyaye wî jî gule berdaye û paşê dîtiye ku Kortak miriye.    Bersûc Y.Y.A. jî îdiayên heman kirin û îdia kir ku armanca wan bi zanebûn û qestî bûye û xwest bê beraetkirin.    KAMERA TUNE YE    Parêzerên malbata Kortak pirsa “Gelo kamera hebû?” ji bersûcan kir. Bersûcan îdia kir ku kamera nebûye.    Li amire tîma polîsan EfkanOzergul jî wek şahid hat guhdarîkirin û bersiva pirsên parêzeran da û piştevaniya îdiayên bersûcan kir. Ozergul bersiva pirsa, “Gelo plansazê operasyonê kî bû?” neda. Parêzeran gelek pirs kir lê serokê dadgehê mudaxile kir. Parêzerên endamên OHD’ê nerazîbûn nîşanî dadger dan.    LI BER LÊPIRSÎNA DOZGER RABÛN    Parêzeran îtîrazî lêpirsîna dozgeriyê kirin û gotin dozgeriyê lêpirsînek birêkûpêk nekiriye. Parêzeran xwest bûyer ji nûve bê lêkolînkirin û daxwaza kifşa cihê bûyerê kirin.    21 GULE LÊ KETINE    Ji parêzeran Bulent Aşa destnîşan kir ku Dîlan Kortak ji sûcê “kuştina bi qestî ya mirovan” kirine û xwest doz li dadgeha cezayê giran bê lidarxistin. Aşa got ji 25 guleyan 21 gule li bedena Kortak ketine û hemû jî li cihê ku jê bimire hatine xistin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê belgeyan û parastinan nirxand û ji bo dadgehek din wezîfeya vê dozê bi rê ve bibe xwest celseyek din bê lêkolînkirin. Dadgehê ji bo delîl bên komkirin dem da û danişînêk din taloqî 3’ê cotmehê kir.