Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin 2023-06-15 16:27:14   MÛŞ - Li Mûşê siyasetmedarên li dijî operasyonên qirkirinê yên siyasî dema ku daxuyanî didan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Tevî hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergîz 4 kes hatin binçavkirin.    Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên bajêr û navçeyan ji ber 11 kesên bi hinceta tev li çalakiya şermezarkina qetilkirina Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de di encama êrişa çekdarî de hatibû qetilkirin bûne şermezar bikin kom bûn.    ‘POLÎTÎKAYÊN ÇOK DANÎNÊ’   Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Savci Arslan di daxuyaniya ku li pêşiya avahiyê partiyê de axivî û destnîşan kiri ku 11 ciwan bi awayek bêhiqûqî hatine girtin û wiha axivî: “Sed sal berê di serî de gelê kurd û nasname, baweriyên din bi qetlîaman, bi sirgûnkirinan xwestin bitepisînin û îro jî dixwazin bi binçavkirinan, girtinan û polîtîkayên şerê taybet çokên kurdan û dostên wan deynin erdê. Ev desthilat sûcan li sûcên ku kiriye zêde dike lê gotineke me jî li dijî van polîtîkayan heye; Baş bizanibin ku hûn li ku ne û hûn li dijî kê van polîtîyên qirêj pêk tînin. Ên ku bi salan e dixwazin gavekê li gelê ku di doza azadiyê de gavek paş ve neavêtiye û serê xwe netewandiye bila baş bizanibin ku em ê li dijî van polîtîkayên zextê sekna xwe, têkoşîna xwe û rêxistinbûna xwe bilind bikin.”   PIŞTÎ DAXUYANIYÊ BINÇAVKIRIN   Polîsên ku dema daxuyaniyê de mudaxaleyî girseyê kirin Hevseroka Bajêr a HDP’ê Belma Nergîz jî di nav de 4 kes binçav kirin. Rêveberên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan.