Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket 2023-06-15 20:46:44   AMED- Rojnameger Safiye Alagaş ku hat berdan diyar kir ku di şexsê jinê de rojnamegerî hatiye darizandin û got: “Ev di alî Tirkiyeyê de lekeyek reş e. Ez wek rojnamegerek jin a Kurd û çapemeniya azad wê karê xwe bidomînim.   Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Algaş ya di 16’ê Hezîrana 2022’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin, di dnaişîna ewil a dozê de ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hat lidarxistin, hat berdan.    Piştî biryara tahliyeye malbata Alagaşê û hevalên wê çûn ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê û ew bi kulîlkan pêşwazî kirin.   Alagaşê piştî pêşwazîkirinê daxuyaniyek da û got: “Salek şûnde îro derketim dadgehê. Îro hem jin hem jî rojnamegeriya Kurd hat darizandin. Di şexsê jinê de rojnamegerî hat darizandin. Ev di alî Tirkiyeyê de lekeye kreş e.  Ez hem kêfxweşim û hem jî ji bo hevalên xwe yên girtî man xemgînim. Tu kes girtinê heq nake. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Mafê jiyana wan ji dest tê girtin. Ez wek rojnamegerek jin a Kurd û çapemeniya azad wê karê xwe bidomînim.”   ALagaş piştî pêşwazîkirin û axaftinê çû be rbi mala xwe ve bi rê ket.