Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne? 2023-06-16 11:53:16   COLEMÊRG - Di bûyera Colemêrgê de ku kesek hatibû kuştin, malbatan bi daxwaza “darizandina adilane” çalakî dane destpêkirin û dixwazin were eşkerekirin bê ka kesên di îdianameyê de weke “îstîxbaratvan” tên diyarkirin û bertîl jê re hatiye şandin kî ne.    Di 5’ê sibata 2022’yan de li Colemêrgê di navbera xwediyên du navendên rehabîlîtasyonê de şer derket û di şer de Hîkmet Demîr jiyana xwe ji dest da. Ji her du malbatan bi giştî 6 kes birîndar bûn. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin. Di dozê de Ramazan Ozer weke kesê gule berdayî tê darizandin û bi tawanbariya “kuştina biqesdî” cezayê muebbetê û 9 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Bi sedema “tev li bûyerê bûne” li Ramazan Karakiş, Denîz Turan û Cûma Ozer jî 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Ji malbata din jî bi sedema “Hewldana ji bo kuştina biqesdî” 23 sal cezayê hefsê li Berk Demîr hate birîn û bi tawanbariya “Bi çekê gef xwariye” 2 sal cezayê hefsê dan Sabir Demîr lê hate tehliyekirin. Derheqê Necat û Hadî Ozer de jî biryara beraetê hate dayîn.    DAXWAZA MALBATAN   Piştî biryara dadgehê, malbatên Ozer, Turan û Karakiş bi daxwaza “darizandina adilane” li navenda bajar dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya malbatan a bi daxwaza “edaletê” 83 roj li pey xwe hişt. Malbatên ku çalakiya xwe didomînin, dibêjin ku aliyê din têkiliya wan bi “îstîxbaratê” re heye, ji bo girtina navenda rehabîlîtasyonê bertîl dane kesên ji “îstîxbaratê”, bertîlê hatiye dayîn di îdianameyê de cih girtiye û tevî ku kesên mexdûr bûn xizmên wan in jî cezayê giran li wan hatiye birîn. Malbat dibêjin ku ji ber van sedeman darizandineke “adilane” nehatiye kirin û dixwaza darizandineke adilane dikin.    BERTÎLA DI TAPEYAN DE CIH GIRTÎ   Malbat, îdiaya xwe ya têkildarî peywendiyên bi kesên ji “îstîxbaratê “ re jî dispêrin “Girteka Guhdarîkirina Hevdîtina Girtî” û “Girteka Guhdarîkirina Hevdîtina li Ser Telefonê.” Li gorî girtekên di îdianameyê de cih digirin; Sabir Demîr ku heta demekî di girtîgehê de ma û piştre hate tehliyekirin, di 8’ê sibata 2022’yan de bi S.D. û C.D. re hevdîtinê dike û dibêje ku dê ji bo girtina navenda rehabîlîtasyona aliyê din 250 hezar TL’an bidin kesên “îstîxbaratvan.”    Sabir Demîr, di hevdîtina bi S.D. re wiha dibêje: “Welhasil em çûn wê derê li Hîkmet (kesê hatiye kuştin) û Berk (xizmê wî yê ceza lê hatiye birîn) geriya dê agahî bida. Îstîxbaratê gotiye ku divê 250 hezar lîre bên dayîn ku dibistan were girtin. Te fêm kir?”    Sabir Demîr, di 10’ê sibata 2022’yan de li ser telefonê bi S.D. re diaxive û heman mijarê dîsa vedibêje. Sabir Demîr, di vê hevdîtinê de ji birayê xwe re wiha dibêje: “Binêre, ez ê bo te bibêjim. Hîkmet (kesê hatiye kuştin) bi îstîxbaratê re axivî bû. Min 250 hezar lîre daye. Dê dibistan 4 delîlan bîne.”    Malbatên ku bi daxwaza “edaletê” çalakiya xwe didomînin, dibêjin ku kesên di îdianameyê de weke “îstîxbaratvan” hatine diyarkirin nehatiye lêkolînkirin û cezayên neadilane li xizmên wan hatine birîn.    DEMA ÎNŞAET DIDOMIYA GEF HATIN XWARIN    Asûman Tûran ku hevjîna Denîz Tûran ê girî ye, diyar kir ku hevjînê wê û hevalên xwe heta demekî dirêj li cem Hîkmet Demîr xebitî ne, piştre ji wir veqetiyane û ji xwe re navendekî rehabîlîtasyonê ya nû vekirine. Tûran, îdia kir ku dema xebatên înşaetê yên navenda rehabîlîtasyonê didomiyan, Hîkmet Demîr her tim gef li hevjîn û hevalên wî dixwar. Tûran, diyar kir ku Hîkmet Demîr têkildarî navenda rehabîlîtasyonê li walîtî û Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) gilî dikir. Tûran, anî ziman ku dibistana wan ji hemû kontrolan re derbas bûye û giliyê dihatin kirin pûç kirine.    Tûran, da zanîn ku wan dibistana xwe di nîva meha kanûna 2022’yan de vekirine û wiha dmand: “Piştî vekirina dibistanê, îcar Hîkmet Demîr gef xwarin û got ku divê hûn ji derdora nêz xwendekaran negirin. 21’ê kanûnê roja karnameyan bû. Hevjînê min Denîz Tûran dema li dibistana lê peywirdar bû karname belav dikir, haya me jê çêbû ku Hîkmet û kesên pê re wesayîta dibistanê şopandine û gef lê xwarine. Me jî piştre li dozgeriyê giliyê Hîkmet Demîr kir. Li ser vê yekê Hîkmet Demîr hate girtin. Ber bi danê êvarê ve jî Hîkmet hate berdan. Di wesayîta wî de gelek çek û çoyên beysbolê hatibûn dîtin.”    'DELÎL ĞAŞGUH KIRIN’   Di berdewamê de Tûran got ku hevjînê wê û kesên pê re xwe parastine û wiha dirêjî da axaftina xwe: Ji ber vê sedemê jî cezayê muebbetê lê hate birîn. Qeydên TAPE’yê yên aydê Sabir Demîr hene. Di axaftina xwe ya piştî bûyerê de Demîr ji C.D. re dibêje ku 250 hezar TL dane îstîxbaratê. Lê Sabir Demîr di dadgehê biisrar dibêje ku çeka li ser wî ya Denîz Tûran e. Di raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) de derket holê ku çek ya Sabir e û bi awayekî bêrûxset bi kar tîne. Her tişt di qeydên TAPE’yê de heye. Lê mixabin şandeya dadgehê guh neda tu delîlan û bi biryareke ku wijdana mirovan diêşîne cezayê muebbetê û 9 salan da 3 mamosteyên me.”   OZER: BILA DARIZANDINEKE BÊALÎ BE   Hevjîna Cûma Ozer ê girtî, Hulya Ozer jî dibêje ku darizandineke “adilane” nehatiye kirin. Ozer, anî ziman ku aliyê mexdûr bêhtir hatiye cezakirin û wiha got: “Kesên bi ser malan de girtin niha li derve destên xwe dihejînin û bi rehetî digerin. Ji bo ku darizandineke adilane çêbibe ev zêdetirî 80’ê roj in em li vê derê ne. Tekane daxwaza min ew e ku hevjînê min û hevalên xwe bi awayekî bêalî bên darizandin.”