Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn 2023-06-16 12:42:23   ÎZMÎR - Rêxistina HDP’a Îzmîrê dê bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz merasîma bîranînê li dar bixe.    Di êrişa 17’ê hezîrana 2021’an a li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de Denîz Poyraz ji hêla kujer Onur Gencer ve hate qetilkirin. Rêxistina HDP’a Îzmîrê dê bi boneya 2’yemîn salvegera qetilkirina Poyraz, merasîma bîranînê li dar bixe. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk dê tev li bernameya bîranînê bibin.    Bîranîn dê saet di 11.00’an de bi serdana gora Poyraz dest pê bike. Saet di 16.00’an de jî dê li Rêxistina HDP’a Îzmîrê sînevîzyon bê pêşandan û piştre jî kursiya serbest bê danîn. Saet di 18.00’ê de jî dê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyeke bi girseyî bê dayîn.