Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye 2023-06-16 14:23:57 ENQERE - Di çarçoveya projeya ÇEDES’ê de di bin navê “şêwirmendên manewî” de mela tayînî dibistanan hatin kirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşan da û wiha got: “Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye.”    Di çarçoveya polîtîkayên perwerdeyê ya îktîdarê û projeya ÇEDES’ê de di bin navê “şêwirmendê manewî” de li dibistanan mela hatin tayînkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarê li Meclisê daxuyanî da.    MIRINÊN BIGUMAN ÊN LI TERÎQETAN   Koçyîgît, diyar kir ku nikarin xwe bigihînin raporên otopsiyê yên tê îdiakirin “întihar” kirine û wiha got: “Ev pêvajo ji hêla darazê ve ji raya giştî û malbatan tê veşartin. Em nikarin întîhara zarokekî 12 salî ya li Rihayê tiştekî jirêzê bibînin. Di vir de ev zarok ‘neçarî întîharê’ hatiye kirin, xemsariya dewlet û malbatê heye û zarokên me yên biçûk bûne qurbanên vê terkexemiyê. Serokê Şaxa Weqfa Ensarê ya Çorumê û mamosteyê Zanyariyên Ol Çand û Exlaqê Zekayî Îşler ji ber îstîsmara zayendî ya li du xwendekaran kiribû, 12 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Her wiha bûyera Weqfa Ensarê ya din her kes pê dizane. Her wiha tiştên di Qursa Qur’anê ya li navçeya Karatay a Konyayê her kes dizane.   Wezareta Perwerdeya Neteweyî li şûna ku perwerdekirina zarokan li ser bingehekî zanistî bike, ji weqfên olî re dişîne. Projeya gihandina nifşênn oldar û kîndar jî li van weqfan gav bi gav tê pêşxistin. Hem li Îzmîrê hem jî li Eskîşehîrê protokol hatin îmzekirin. Bi van protokolan êdî dikarin perwerdeya olî bidin zarokan. Bi protokola ÇEDES’ê re li Îzmîrê ji bo 842 dibistanan, di bin navê ‘şêwirmendên manewî’ de mele hatin tayînkirin. Tu formasyoneke pedegojîk a van kesan nîne. Her wiha zanistî nînin. Li Eskîşehîrê jî heman sepan heye. Protokolên Bîlal Erdogan ên bi TUGVA’yê re hene. Li Stenbolê 237 dibistanan re ev protokol hatine îmzekirin. Çima TUGVA Dikare bike lê Perwerdeya Neteweyî nikare bike? Ev zarok çima diçin dibistanên havînê yên terîqetên olperest? Pêvajoya gihandina nifşên oldar û kîndar di meriyetê de ye.    KARKERIYA ZAROKAN FERMÎ DIKIN   Zarokên weke ‘zarokên karker’ tên xebitandin, nekarîn karnameyên xwe jî wergirin. Li şûna xizantiyê ji holê rakin, tabletan diyarî dikin. Ev zarok di mercên pir nebaş de tên xebitandin. Di bin navê perwerdeya pîşeyî de ‘karkeriya zarokan’ tê fermîkirin. Kêmtirîn mûçeyê didin van zarokan û sîgorteya wan nîne. Ji sedî 1’ê bûdçeya ji bo şer tê veqetandin ji bo perwerdeyê nayê veqetandin. Çi dibe bila bibe em ê ji bo perwerdeya bêpere û ya bi zimanê dayikê heta dawiyê têbikoşin. Dê têkoşîna me ya ji bo perwerdeyeke baş û li dijî perwerdeya olperest bidome.”