Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin 2023-06-16 23:59:15   ŞIRNEX- Cenazeyê endama YJA-Starê Behiye Kaçar piştî 109’an rojan radestî malbata wê hat kirin.     Di 27’ê Sibatê de li herêma Gabar a Şirnexê di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer çêbûbû. Di şer de endama YJA-Starê Behiye Kaçar jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Kaçarê bêyî li benda encama DNA'yê bê sekinandin li goristana bêkesan a bajêr hatibû veşartin. Piştî encama DNA'yê eşkere bû, cenaze 109 rok şûn de radestî malbata Kaçarê hat kirin.   Malbata Kaçar ku ji Sêrtê hat Şirnexê cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan wergirt û ew bir Sêrtê.