Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin 2023-06-17 09:05:28   ŞIRNEX - Di ser mirina Temer Temel ê ku li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin re 40 roj derbas bûn, lê hê jî lêpirsîn wekî berê ye. Biraziyê wî Ferhat Temel, bilêv kir ku tê xwestin ku bûyer weke bûyereke malbatî bê nîşandan û wiha pirsî: "Li gundekî ku bi kamerayan tê şopandin çawa dibe ku kiryar nayê dîtin?"    Li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê  di 7’ê gulanê de welatiyê bi navê Temer Temel (50) ku birayê Şaredarê BDP’ê yê berê Yûsûf Temel bû, li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Di êrişê de Temel bi giranî birîndar bû û ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Çendî çar hawirdorên gundê Setkarê bi leşkeran dorpêçkirî ye û bi kamerayan tê temaşekirin jî, 40 roj in ji lêpirsînê tiştek derneketiye.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Elkê û biraziyê Temer Temel, der barê mijarê de axivî.    'DIXWAZIN WEKE BÛYEREKE MALBATÎ NÎŞAN BIDIN'   Temel di destpêka axaftina xwe de pirsî ku "kesên nayên zanîn kî ne?" kir û got ku ev ne bûyereke malbatî ye. Temel wiha axivî: "Ev nêzîkî 40 rojin em weke malbata Temel li bendê ne ku ev bûyer eşkere bibe. Di vê pêvajoyê de li Elkê, derveyî bûyerê hin gotin hatine belavkirin. Dixwazin bi belavkirina van gotinan hedefê bigûherînin û wê ji armanca wê dûr bixînin. Ev jî ji aliyê hin kesên ku nayên zanîn ve tê kirin. Ji bo ku bûyer ronî nebe her tiştekî dikin. Dixwazin weke bûyereke ku di nava malbatê de qewimîbe nîşan bidin. Lê bi teqez ev ne rast e. Divê tu kes guh nede van fesadiyan. Em dixwazin ku faîl demildest bên eşkerekirin û hesab ji wan bê pirsîn. Divê ev bûyere bê ronîkirin."    '40 ROJ DERBAS BÛNE TU ENCAM NÎN E'   Ferhat Temel di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku zêdetirî mehek di ser bûyerê re derbas bûye lê hê encameke berbiçav bi dest wan neketiye û got: "Gund bi kamerayan tê şopandin. Gundê me herêma ewlehiyê ye. Çar aliyên wê dorpêçkirî ye. Ji ber wê divê pirsgirika ewlekariyê nebe. Ev kes kî be, yan jî kî bin divê bên eşkerekirin. Me digot wê kiryar bi rihetî bên dîtin. Lê 40 roj di ser bûyerê re derbas bûne, hê heta niha di lêpirsînê de encamek nehatiye bidestxistin. Dema ku em dipirsîn jî ji me re dibêjin lêpirsîn didome û dê dı demeke nêz de kiryar bên eşkerekirin. Ev dema nêzîk kîjan dem e? Heta niha îfadeyê hemû gundiyan standine. Lê belê, tevî vê jî encamek nîn e. Ji bo ku kamerayên herêmê hemû bên lêkolînkirin me bi rêya parezerê xwe daxwazname da dozgeriyê. Ev daxwaza me hat qebûlkirin û ji me re gotin ku qeydên kamerayan di destê wan de ne. Lê hê bi me re nehatine parvekirin. Ev ne bûyereke jirêzê ye. Ev di şexsê mamê min de li dijî malbata Temelê pêk hatiye. Ev di encama hêrseke de ku ji berê heta niha ji vê malbatê te kirin çêbûye. Em wisa difikirin ku van kesan ev tişt plankirî kiriye. Ev ne bûyereke di navbera malbatê de ye. Ji bo dîtina kiryaran em ê tekoşîna xwe ya hiqûqî heta dawiyê bidomînin."   MA / Zeynep Durgut