Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek 2023-06-17 09:40:39   STENBOL - Aktîvîsta jin Helene Erîn, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare bêdeng bê mayîn û anî ziman ku li dijî tecrîdê ew ê bi hemû beşên Ewropayê re bibin yek.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. 2 salan zêdetire jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Çalakiya nobetê ya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ku 25’ê hezîrana 2012’an li qada ku Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê hatiye destpêkirin, 11 sal in bê navber didome. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Helene Erîn ku ji roja ewil ve di çalakiyê de cih digire û demekê berpirsa Têkiliyên Derve ya çalakiya “Nobeda Azadiyê” bû, li ser tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên wê yên li dijî vê nirxandin.    PARADÎGMA BÛ WESÎLEYA HIŞYAR BÛNÊ   Erîn, bi bîr xist ku bi anîna Abdullah Ocalan a komploya navnetewî ya Tirkiyeyê re, tecrîd û îzolasyon ji nû ve hate dizaynkirin. Erîn, bal kişand ku armanca tecrîdê ew e ku di navbera Abdullah Ocalan û gelê kurd de têkiliyek çênebe. Erîn, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê bi salan e ji bo Abdullah Ocalan bide ji bîr kirin polîtîkayeke tund dimeşîne û destnîşan kir ku berovajiyê vê yekê di pêvajoya 24 salan de fikrên Rêberê PKK’ê di serî de gelê kurd ji aliyê hemû gelên li dijî pergalê ve xwedî lê hate derketin. Erîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Paradîgmaya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ji bo jinan bû wesîleya hişyarbûnê.”   BERXWEDANA GELÊ KURD   Erîn, diyar kir ku di çarçoveya geşedanên li Rojhilata Navîn de 2 salan zêdetir e tecrîdeke “teqez” li Abdullah Ocalan tê pêkanîn û têkildarî sedemê vê pêkanînê ev tişt gotin: “Berxwedana Ocalan a li dijî her cure êrîşan bi salan e dibe sedem ku gelê kurd jî li ber xwe bide. Her ku Ocalan li ber xwe dide, gelê kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Berxwedana wî, biryardarî û hezkirina berxwedanê dide gelê xwe. Di çarçoveya geşedanên Rojhilata Navîn de ji bo ku berxwedana gelê kurd bi dawî bibe tecrîd hate kûrkirin. Her wiha dengê Ocalan ê li derve belav dibe, rê li pêşiya êrîşên Tirkiyê yên li ser destkeftiyên gelên herêmê digire.”   ‘NIKARE JI TECRÎDÊ RE BÊ BÊDENG MAYÎN’    Erîn, diyar kir ku tecrîd li hemû civakê belav bûye û wiha pê de çû: “Mirov ditirsin ku fikrên xwe bînin ziman. Dîsa pêkanînên dijhiqûqî yên li Îmraliyê îro belavî hemû girtîgehan bûne. Bi taybetî di nava 3 salên dawî de li Tirkiyeyê ne azadiya çapemeniyê ne mafên mirovan ne jî hiqûq nemaye. Niha Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî. Tecrîdek li ser gelan tê ferzkirin, lê herî giran li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Li dijî vê tecrîdê êdî nikare bê deng bê mayîn.”   ‘CPT TECRÎDÊ ERÊ DIKE’    Erîn, qala serdana CPT’iyê ya li Îmraliyê û bêdengiya piştî wê kir û wiha got: “Ev bêdengiya saziyên navneteweyî yên li Ewropayê yên weke CPT’iyê tê wê wateyê ku tecrîdê erê dikin. CPT serdanek kir û ji bo aşkerakirina encamên vê serdanê pêwîstî bi erêkirina Tirkiyeyê heye. Lê belê eger li dijî tecrîd û sûcên li dijî mirovahiyê yên li wê derê bêdeng be jî; Wekî ku min got, ev tê wê wateyê ku tecrîdê erê dike. Tevî ku CPT li ser mijarê neaxive jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘EM Ê ASTA ÇALAKIYA XWE BILIND BIKIN’    Erîn, bi lêv kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê asta çalakiyên li Ewropayê bimeşînin bilind bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke gelê kurd û dostên wan me ji xwe di nava têkoşîna li dijî tecrîdê de girtibû lê em ê bi vê sînor nemînin. Em ê hewl bidin kesên li Ewropayê li ber xwe didin û têdikoşin jî tev li têkoşîna xwe bikin. Em ê kesên li Ewropayê li dijî pergalê li ber xwe didin û têdikoşin qaneh bikin ku tev li têkoşîna me bibin. Bi taybetî jî kesên di nav têkoşîna jinan de cih digirin ên weke parêzer û ciwanan em ê herkesê li têkoşîna xwe zêde bikin. Divê em têkoşînê bikin yek û li dijî tecrîdê pêleke kûr ava bikin. Di dawiya dawî de yên ser bikevin dê bibin em, dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qezenc bike. Em ê ji bo wê bixebitin û asta xwe hin bilindtir bikin.”   MA / Ergîn Çağlar