Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin 2023-06-17 11:44:42   STENBOL - Polîsan duh bi şev bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin.    Polîsan duh bi şev bi ser Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şîşliyê de girtin. Di serdegirtina ku kes nebû de polîsan deriyê nûnertiyê şikandin û wisa ketin hundir.    Hinceta serdegirtina nûnertiyê ku 3 saetan lêgerîn lê hate kirin weke “çalakiya korsan dê bê kirin” hate nîşandan û dest danîn ser pirtûk, flama û pankartan.    Li aliyê din têkildarî serdegirtinê Hevserokê HDP’a Şîşliyê Alî Bal ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê.