Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin 2023-06-17 11:54:38   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Tevî her tiştî jî em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin. Helbet ev dewran dê rojekê vegere.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 817’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    ‘EV DEWRAN WÊ ROJEKÊ VEGERE’    Malbata ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyam parve kir, çalakiya Dayikên Şemiyê ya kete hefteya 951’an de bi bîr xist û wiha got: “Li vê cîhanê herî zêde dayikên welatên ku dibêjin ‘Bihişt di bin lingê dayikan de ye’ û tekbîran tînin digirîn. Tev her tiştî jî em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin. Helbet ev dewran dê vegere! Têkoşîna me ya edaletê di roja 817’emîn de ye. #dayikênşemiyê951.”