Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-06-17 19:28:40   AGIRÎ - Parlementera Partiya Çepên Kesk Nejla Demîr ku di 25'emîn salvegera bîranîna Sema Yuceyê de axivî, got: "Sema Yuce, bi wêrekiya xwe bû mînak ji bo jinên kurd."    Sema Yuce ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewletê yên li hemberî gelê kurd agir berda bedena xwe, di 25'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Yuceyê, Parlementera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr û rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dutaxê tevlî bîranînê bûn.   Demîr ku li vir axivî, got: "Jinên ciwan Semayê mînak digirtin. Hema bibêje li her malê wêneyên wê hene. Sema bi wêrekiya xwe bû mînak ji her kesî re."