Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn 2023-06-17 20:04:58       ÎZMÎR – Denîz Poyraz li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di bîranînê de axiv, got: "Me soz daye Denîzê, dê ev têkoşîn mezin bibe."    Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hat qetilkirin, di 2'yemîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn. Piştî bîranîna li ser gorê, li avahiya partiyê jî çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Malbata Denîz Poyrazê, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Parlementera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcû Gul Çûbûk û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.    Di bîranînê de sînevîzyon hat nîşandan. Paşê ji bo axaftinê kursiya serbest hat danîn.    Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên xwe Windakirinê ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) Rahîme Tûran, diyar kir ku bîranîna Poyrazê her tim di dilê wan de ye û got: "Denîz, sembola hemû şehîdan e."    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî bilêv kir ku ew dizanin ku Denîz bi fermana kesên li ser vê rejîmê hatiye qetilkirin û got: "Me soz daye Denîzê. berprisiyariya me ya dîrokî heye."    Li ser navê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê jî Koray Turkay got: "Tişta herî zêde pêdiviya me pê heye, jiholêrakirina bêhêvîtiyê ye. Her ku em di piştevaniyê de israr bikin, em ê bi ser bikevin."    Piştî bernameyê li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Faşîzmê dê têk bişikê, em ê bi ser bikevin" nivîsandî hat vekirin û wêneyên Denîz Poyrazê hatin hilgirtin.    Hevseroka HDP'a Îzmîrê Berna Çelîk ku di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku ew ê çokê daneynin û got: "Me soz daye têkoşîna ji bo azadiya jinê, me gotiye 'jin, jiyan, azadî.' Em ê bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe bidomînin."    Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê jî anî ziman ku dîmena piştî cinayetê du peyaman di xwe de dihewîne û got: "Polîsan ji  yên ev cinayet kirin gotin 'me peywira xwe temam kir' û ji bo me jî gotin 'ger hûn siyaseta demokratîk bidomînin, dê dawiya we wiha be.' Lê piştî qetlîamê bi sedan mirov hatin vê avahiyê. Ev avahî, avahiya temînata aştî, demokrasî û wekheviyê ye. Ev welat çil sal in siyaseta mirinê dimeşîne."   Ûçarê di dawiya axaftina xwe de got: "Lê me soz daye Denîzê, dê ev têkoşîn mezin bibe."