Dayikên Şemiyê hatin berdan 2023-06-18 08:55:23     STENBOL - 19 kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin, hatin berdan.    Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin, hatin berdan. Ji kesên hatin binçavkirin Eren Keskîn, Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren Yarici, Masîde Ocak, Hanim Tosun, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Cîhan Kaplan, Hatîce Onaran, Firat Akdenîz, Nazim Dîkbaş, Îsmaîl Yucel, Hunkar Hudaî Yurtsever, Arda Yuksel û Meryem Bars birin Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê.    Piştî kar û barên îfadegirtinê, Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan hatin berdan. Kesên hatin berdan li pêşiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’   Dayikên Şemiyê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Em ê dev ji heqîqetê û daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin ku qada hevdîtina me ya bi windakiriyên me re ye.”