Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin 2023-06-18 10:25:30   AMED - Welatiyên Bismilê bertek nîşanî şerê di navbera du malbatan de dan ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û banga “Sulhê” li aliyan kirin. Welatiyan got ku divê êdî bûyerên bi vî rengî neqewimin.    Di 15’ê hezîranê de malbatên Alyamaç û Taş ên ji Bismil a Amedê ji ber nelihevkirina ser erd bi şer çûn û di şer de ji hev 9 kes kuştin. Xelkê bajar bertek nîşanî şerê malbatan da û banga hestiyariyê li her du malbatan kirin.    ‘EM NAXWAZIN XWÎN BÊ RIJANDIN’   Welatiyê bi navê Tahsîn Bakir got ku ji ber şerê malbatan gelek xemgîn e û ev tişt anî ziman: “Em nizanin dê çi bibêjin. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Divê kesên gotina wan lê tê guhdarîkirin pirsgirêka di navbera malbatan de çareser bike û sulha malbatan bike. Çi dibe bila bibe divê sulh were kirin. Bila her kes bibêje ‘êdî bes e.’ Tevek jî zarokên me ne. Rengê me çi dibe bila bibe em tevek insan in.”    ‘EM TEVEK AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Ji welatiyan Muhîttîn Alçelîk jî destnîşan kir ku divê hêj bûyerên bi vî rengî neqewimîn rê li ber were girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema tiştên wiha li welatê me çêdibin em gelek xemgîn dibin. Baş bû ku duh çûn (HDP û DBP) wê derê. Çûn cem her du malbatan û pê re axivîn. Ez bi vê gelek kefyxweş bûm. Divê mirov her du malbatan bîne ba hev. Bila ji vir û şûnde êdî hev nekujin. Divê rûspiyên me îro pêşî li ber vê bigirin. Em naxwazin êdî li Amed û navçeyên wê tiştên bi vî rengî biqewmin. Divê hêj tiştên wiha neqewimîn rê li ber were girtin. Dema îro du malbat bi şer çûn, divê em bikevin navberê. Em tevek jî aştiyê dixwazin.”    ‘RÊYA ÇARESERIYÊ RÊYA AŞTIYÊ YE’   Nîmet Ayverdî jî got ku ji ber bûyerê gelek xemgîn e û wiha axivî: “Xwezî êdî tiştên wiha neqewimîbûna. Di demên berê de ev mijara erdê xizîneyê xistibûn rojeva meclisê. Îşala êdî bi dawî bibe û bûyerên wiha dilêş neqewimin. Rêya çareseriyê, rêya aştiyê ye. Hêvîdarim ku her du malbat sulha xwe bikin û êdî tiştekî wiha neqewime. Çi dibe bila bibe divê sulha xwe bikin. Em xemgîn in.”    Têkildarî mijarê Mehmet Guzel jî da zanîn ku yek ji aliyan xizmên wan in û wiha derbirî: “Heke tevdîr bihatina girtin dê bûyerekî wiha çênebûya. Em dixwazin êdî bûyerên wiha rû nedin. Divê rûspiyên li derdorê xwe bidin ber vî karî. Divê hêj bûyerên wiha çênebûyîn rê li ber were girtin. Divê mezinên me vê ji gel re bibêjin û bûyerên wiha êdî neqewimin.”    ‘YA KU VÊ DIKE PERGAL E’   Ji welatiyan Îsmaîl Yildiz jî banga “sulhê” li aliyan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ya ku vê dike pergal e. Bûyerên bi vî rengî ji ber xwe ve çênabin. Em vê baş dizanin. Divê xelkê me ji bo mal, milk û pereyan hev nekuje. Hewceye em ji hev hez bikin. Divê di navbera me de xwişk-biratî, yekitî û wekhevî hebe. Ev wehşet e. Divê xelk bikeve navbera van malbatan û wan bîne ba hev. Di van dozan de kuştin çareserî nîne. Partiyên me, saziyên me û rûspiyên me divê van malbatan bînin ba hev û sulha wan bikin.”