Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin 2023-06-18 12:58:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi çekên giran êrişî gundên Hesekê dikin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên li bakurê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin.    Hat ragihandin ku gundên Bobî û Um Heremlê yên girêdayî navçeyê bi çekên giran hatine topbarankirin.