Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da 2023-06-18 13:12:26   MÊRDÎN - Cotkarê 52 salî Davut Yildirim ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Qesrikê yê navçeya Dêrik a Mêrdînê cotkarê 52 salî yê bi navê Davut Yildirim ku serê sibê ji bo ku li zeviya xwe binêre ji malê derket, di nava zeviya xwe de mirî hate dîtin. Li gorî agahiyan; piştî ku Yildirim heta demekî venegeriyayî malê, malbatê mereq kir û li pey wî çûn nav zeviyê. Malbat, Yildirim li erdê dirêjkirî dibînin û tavilê agahiyê didin ekîbên tenduristiyê. Di kontrola tenduristiyê ya ewil da hat diyarkirin ku Yildirim jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yildirim rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê û derket holê ku ceyranê girtî ye. Hat destnîşankirin ku ji ber ceyranê xwîn rijiyaye ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.     Cenazeyê Yildirim ji bo karûbarên otopsiye rakirin morga nexweşxaneyê û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.