Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin 2023-06-18 16:18:30   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di Lijneya Giştî ya Stenbolê de axivî û wiha got: “Ev dewlet her tim xerab bû û niha hêj xerabtir e. Divê em xwe bêhêvî nekin. Ji ber ku em li dijî vê dewletê her tim têkoşiyan.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) a li navçeya Beyoglûyê 19’emîn Lijneya Giştî li dar xist. Di lijneyê de dovîzên “Tecrîd dikuje, têkoşîn dide jiyîn”, “Civaka sivîl nayê bêdengkirin” û “Hemû kes cuda ye hemû kes wekhev e” hatibû daliqandin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafan tev li lijneyê bûn.    ZEXTÊN ÎKTÎDARÊ    Lijne, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna mafên mirovan de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir û piştre jî Hevseroka Giştî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, helwesta îktîdarê ya li dijî parastvanên mafan rexne kir û got ku îktîdar hewl dide van zextan weke tiştekî “asayî” bide qebûlkirin. Yolerî, diyar kir ku îktîdar ji sala 2015’an heta niha tu hiqûqan nas nake û ji wê dîrokê heta niha jî welat bi rêya OHAL’ê birêve dibe.    KESKÎN: DEWLET NAGUHERE   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku bîrdoziya damezirandinê ya dewletê li wan tê ferzkirin û wiha bal kişand ser tifaqên di pêvajoya hilbijartinê de hatin avakirin û encamên hilbijartinê: “Dema we xwe da gel derdorên ku îdeolojiya damezirandinê ya dewletê diparêzin, wê demê hûn nikarin hêviyekî biafirînin. Ji ber ku ev dewlet naguhere. Ev dewlete, berhema zîhniyeta îttîhat terakî kî ye ku qirkirin pêk anîne. Di pirsgirêka kurd û Kurdistanê de em hêj jî Plana Islehkirina Şerqê ya sala 1925’an dijîn. Tu tiştek neguherî. Lewma ez dixwazim her tim vî tiştî bibêjim; nîqaşên tenê li ser pergala ku Tayyîp Erdogan dixwaze ava bike tên kirin xelet in. Dewletê bi me didin jibîrkirin. Dewlet her tim xerab bû û niha hêj xerabtir e. Divê em xwe bêhêvî nekin. Ji ber ku em her tim li dijî vê dewletê têkoşiyan. Em dizanin ku ÎHD’ê rolekî mezin li xwe girtiye. Ji roja hatiye avakirin heta niha ÎHD her tim li dijî îdeolojiya fermî sekinî. Li ser vê erdnîgariyê cara ewil Şaxa ÎHD’a Stenbolê banga ‘şahidê Qirkirina 1915’an efûyê bixwaze’ kir. Îro li ser bîrdariya qirkirinê ya li Erîwanê navê me hatiye nivîsandin. Ev yek ji bo me rûmet e.”    ENDAMÊN LIJNEYÊ   Piştre jî raporên xebatan ên du salan ji hêla endama ÎHD’ê Hatîce Korkmaz ve hate xwendin. Piştre Gulseren Yolerî, Oya Ersoy Ataman, Semîra Yilmaz Bîlgîn, Zehra Yilmaz, Hanim Tosun, Leman Yurtsever û Mehmet Acettîn weke endamên esîl ên lijneyê hatin hilbijartin. Şaxa ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku dê navê serokê/a nû sibe bê ragihandin.