ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-19 09:00:10       * Parêzer Îsmet Îbrahîm anî ziman ku biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka xelkê herêmê ye û wiha got: “Heqê her kesî heye ku tev li dadgehê bibin. Cezayê herî kêm 3 sal, herî bilind jî muebeda demdirêj e.”       * Hevşaredarên Bismilê û hevserokê HDP’a Bismilê diyar kirin ku ji ber şerê di navbera malbatan de geleke xemgînin û wiha bang li her du aliyan kirin: "Werin em alîgirê çareseriya bi diyalogê bin. Tiştekî ku em bi axaftinê çareser nekin tune."    * Cotkarên Deşta Mezopotamyayê ji ber qeyda xwe li TMO’yê çênekirine nikarin zadê xwe bifiroşin. Hat zanîn ku LÎDAŞ zad bi erzanî ji cotkaran dikire û bi awayek biha difiroşe TMO’yê. Cotkaran got ew dixebitin TMO jî kar dike.   * Serokê Odeya Dermanfiroşên Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrullah Fikret Baransel, diyar kir ku krîza dermanan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkeke kronîk û got: “Nexweş nikarin bigihîjin mafê xwe yê tenduristiyê û dermanfiroş li ber topavêtinê ne.”   * Rojnameger Mûsa Ozûgûrlû diyar kir ku Tirkiyeyê di mijara endamtiya Swêdê ya NATO'yê de nekarî encamên dixwest bi dest bixe û Tirkiye niha di krîzê de ye.   * Rojnameger Abdulkadîr Turay diyar kir ku ji ber hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirin û agahiyên ji wan stendî hatiye girtin û wiha got: “Ji ber nûçeyekê 9 sal cezayê hefsê dan min.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 819’an de bidome.    * Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê dê têkildarî armanca avakirina xwe û hedefên xwe li avahiya DTSO’yê daxuyaniyê bide.