Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket 2023-06-19 09:59:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake” derket. Ji çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar heta pirsgirêka penaberan, gelek mijar vê hefteyê ji hêla rojnameyê ve hatine nirxandin.    Hejmara 183’yan a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojhilata Navîn tecrîd qebûl nake” derket. Mijara manşetê konferansa “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêya ber bi aştiyê ve” ku di navbera 13-14’ê hezîranê de li Lubnanê hatibû lidarxistine. Rojnameger Şiyar Zaxo der barê mijarê de ji Xwebûnê re axivî ye.    Her wiha Parlammentera HDP’ê ya Amedê Adalet Kaya jî der barê destdirêjiya li terîqet û cemaetan li jin û zarokan tên kirin de ji Xwebûnê re axiviye.    Her wiha rojnameyê vê hefteyê têkildarî çalakiya Nobeta Edaletê bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin kiriye.    Pirsgirêkên penaberan û avahiyên ku li Amedê ji ber erdhejê hatine valakirin û hê jî nehatine hilweşandin jî ji rojevên rojnameyê yên vê hefteyê ne.    Şanoger Erdal Kaya jî der barê serboriya xwe ya şanogeriyê de ji Xwebûnê re axiviye.