Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên 2023-06-20 09:29:54   RIHA - Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên. Ji Baroya Rihayê Kubra Vefa diyar kir ku ji ber ku bi qanûnan nayê kirin lewma pirsgirêk derdikevin.    Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1951’ê de Peymana Têkildarî Statûya Penaberan îmze kir û 50’emîn salvegera vê peymanê weke 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê hate ragihandin. Ji 20’ê hezîrana 2001’an heta niha balê dikişînin ser rewşa kesên ji ber şer û sedemên siyasî neçar man welatê xwe biterikînin.    Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), li Tirkiyeyê 3 milyon û 600 hezar penaber-koçberên sûriyeyê hene û 320 hezar penaber jî ji welatên cuda ne. Ev derdora ku li piyasaya kedê hatine zêdekirin, di mercên giran de tên xebitandin û di demên dawî de rastî êrişên nefret û nîjadperestiyê tên. Penaberên ku rastî êrişan tên û weke hedef tên nîşandan, gelek caran ji ber tirsa betalkirina destûra xebatê, daxwaza mafên xwe yên qanûnî jî nakin.    Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Rihayê Kubra Vefa bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê têkildarî rewşa penaberên li welêt axivî.    ‘DI PRATÎKÊ DE PIRSGIRÊK HENE’   Vefa, bal kişand ser cihêkariyê di navbera têgehên penaber û koçber de û wiha got: “Di qanûnê de ji bo kesên ji Ewropayê hatine Tirkiyeyê dibêjin penaber lê belê dema em li pratîkê dinêrin, li gorî me divê cihêkarî neyê kirin. Em dixwazin tevekan jî weke penaber qebûl bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Hemû penaber bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin lê penaberên jin û zarok bêhtir mexdûr dibin. Qanûnên ji bo parastina jin û zarokan hene lê pirsgirêk ew e ku bi van qanûnan nayê kirin. A girîng ew e ku em çiqas xwe digihînin jin û zarokan. Gelemperî zarok weke karkerên erzan tên xebitandin. Mixabin hem li Rihayê hem jî li Tirkiyeyê ev pêş ketiye. Malbat, ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên aborî  neçar dimînin ku zarokan bidin xebitandin. Lewma di nava penaberan de hejmara zarokên naçin dibistanê pir zêde ye. Yên rastî vê tên tenê zarok nînin lê li dijî wan pir binpêkirin çêdibin. Divê mekanîzmaya pêşîlêgirtina zarokên karker ji bo zarokên penaberan jî bikeve dewrê. Lê di vê mijarê de em pirsgirêkan dijîn. Ji hêla teknîkî ve pirsgirêk tune ye lê di pratîkê de hene.”    ‘HAYA JINÊN PENABER JI MAFÊN WAN NÎNE’    Bi domdarî Vefa anî ziman ku jinên rastî tundiyê tên dikarin ji Qanûna Hejmar 6284’ê sûd bigirin û li pêşiya wan tu astengî nînin û wiha pê de çû: “Divê rêxistinên civaka sivîl û barok divê vê qadê ji bo jinan vekin. Mafê jineke penaber jî bi qasî jinên li welat dijîn hene lê di mijara vegotina van mafan de em pirsgirêkan dijîn. Jin û zarok bêyî ku bizanin gelek mafên wan hene dijîn. Lewma jin dema rastî tundiyê tên nizanin dê çi bikin. Divê rêxistinên civaka sivîl hîn bêhtir civînên agahdarkirinê li dar bixin.”    ‘WEKE AMÛRÊN HILBIJARTINÊ HATIN BIKARANÎN’   Di berdewamê de Vefa diyar kir ku ji bo penaberan ji mafên wan agahdar bikin ev nêzî 5 sal in tev li rûniştinên agahdarkirinê dibe û wiha derbirî: “Em herî zêde li ser cureyên tundiyên lê rast tên û li dijî van divê çi bikin em li ser van sekinîn. Divê ev rûniştin werin zêdekirin. Ji bo ku mafê xwe bi kar bîne divê ji ewil haya wan ji wî mafî hebe. Penaber dema diçin cihekî rastî cihêkariyê tên. Bi astengiya ziman re rû bi rû dimînin. Ji bo rakirina vê astengiyê jî têkoşîneke dijwar didin. Ji ber zextên siyasî, di demên dawî de li Tirkiyeyê cihêkariyeke mezin li penaberan tê kirin. Di demekî nêz de jî bûn amûra hilbijartinê ya muxalefet û îktîdarê.”   ‘POLÎTÎKAYA PENABERAN KÊM DIMÎNE’    Vefa, axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha zimanê çapemeniyê jî bandorê li penaberan dike. Di nûçeyan de weke ku meyla penaberan bo sûc hebe tên nîşandan. Di nava hemû civakan de kesên sûc dikin hene. Wisa nîşan didin ku dê bibêjî qey tenê penaber sûcan dikin. Divê penaber weke amûra siyasetê neyên bikaranîn. Gotinên partiyên siyasî bandor li ser zimanên çapemeniyê jî kir. Nîjada kesên sûc kirine derxistin pêş û heke sûriyeyî be jî di sernavê de hate diyarkirin. Kesên van nûçeyan dixwînin jî dibêjin qey meyal sûc û ev sûc cara ewil e bi penaberan hatiye vî welatî. Her wiha bandora medyaya dijîtal jî heye. Vîdeoyeke bêyî were piştrastkirin tê pavekirin. Rastî derkeve holê jî ew vîdeo tê parvekirin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya penaberan kêm dimîne. Penaber li pêşiya Daîreya Penaberan derbas jî bibin pir têdikoşin. Divê em ji ewil pirsgirêka civakîbûnê çareser bikin û mafê perwerdeyê ya zarokan biparêzin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ên hiqûqî divê em piştgiriyê bidin.”    MA / Emrûllah Acar