Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek 2023-06-20 09:38:59 STENBOL - Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş ê di sedsaliya Peymana Lozanê de qala girîngiya yekitiya kurdan kir, wiha got: “Divê em li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek û tifaqa xwe ya siyasî ava bikin.”   Peymana Lozanê ku ji aliyê Tirkiye, Ingîlistan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanîstan, Romanya û Yûgoslavyayê ve di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate îmzekirin bû palpişta înkar û bişaftina kurdan û kêm neteweyên din ên li Tirkiyeyê dijîn. Bi boneya salvegera sedsaliya Peymana Lozanê rojên derbasbûyî ji aliyê Şaredariya Lozanê, Îsmet Şeref Vanli, Enstîtuya Kurd a Parîsê û Komeleya Swîsre-Ermenistanê ve li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi navê “Ji Lozana 1923’yan heta Lozana 2023’yan” konferansek hate lidarxistin.    Siyasetmedarê kurd Abdûllah Demîrbaş ê tev li konferansa ku di serî de komkujî û qirkirinên di bingeha înkar û bişaftinê de hatine kirin gelek mijar lê hatin axaftin bû, di sedsaliya Lozanê de têkildarî girîngiya yekitiya kurdan nirxandin kir.    Demîrbaş, da zanîn ku di konferansê de fikra ku Peymana Lozanê bi peymaneke nû bê bidawîkirin derket holê û ji ber vê yekê li ser girîngiya yekitiya di navbera kurdan de hate sekinîn. Demîrbaş, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de yekitiya kurdan girîng e û diyar kir ku di konferansa ku wê di pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de di 22-23-24’ê tîrmehê de li Lozanê di nav de 175 partî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û nivîskar bi beşdariya herî kêm 600 delegeyan pêk were, wê encameke girîng derxe holê.   ERÊKIRINA BÎRDOZIYA FERMÎ   Demîrbaş, diyar kir ku Peymana Lozanê erêkirina bîrdoziya fermî ya Komara Tirkiyeyê ye û wiha got: “Lozan, bi ser hin hevkaran xespkirina mafên kurdan e. Xeta hevkar ew e ku gelek kesên ku di wê demê de li ser navê delegasyona kurd beşdar bûn, mirovên ku di qirkirina ermen û suryanan de cih digirtin bûn. Û mirovên li wê derê weke cerdevanên siyasî bûne amûrê tunekirina mafên kurdan. Îro bi rastî jî dixwazin bi rêya çend derdorên siyasî bi afirandina cerdevanên siyasî û bi afirandina kurdên hevkar pêvajoyeke nû di sedsaliya Lozanê de bidin destpêkirin. Di vî warî de pêvajoyeke girîng e.”   ‘XENCEREKE KU DI DILÊ KURDAN DE YE’    Demîrbaş, bi lêv kir ku bi Peymana Lozanê tenê Kurdistan weke herêmî nehate dabeşkirin û anî ziman ku Lozan bi polîtîkaya “dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe” bû sedem ku kurd bi awayekî eşîretî, mezhebî û bajarî jî gelek caran bên dabeşkirin. Demîrbaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lozan xencereke ku di dilê kurdan de ye. Wekî din jî xencerkirina hin kurdan a bi piştê ve ye. Lê divê mafên yek ji gelên herî kevnar ên wê erdnîgariyê yên ermen, suryan û kurdan wiha nebûna. Divê Lozanê ev gelên qedîm naskiribûya û mafên wan biparasta ku mafên wan ji aliyê qanûnî ve bên ewlekirin.   ‘DIVÊ LI DIJÎ PLANAN BIBIN YEK’    Demîrbaş, anî ziman ku Peymana Lozanê înkara Makeqanûna 1921’an e, peymana bingehîn a Makeqanûna 1924’an e û da zanîn ku bîrdoziya dewletê ya fermî bi Makeqanûna 1924’an hate tescîlkirin. Demîrbaş axaftina xwe wiha domand: “Di vê makeqanûnê de ya ku înkar û îmhayê esas digire avaniya dewletê ya yekperest e. Divê em ji bîr nekin ku kurdên ku piştgirî dan ku komar bi vî awayî bê naskirin kurdên dewletparêz û desthilatparêz in. Komara Tirkiyeyê niha hewl dide heman pêvajoyê jinûve bide sepandin. Dixwaze li herêmê derdorên zêdetir muhafazakâr, hişmendiya talîban û hin hevkarên nêzî xwe û kurdên hevkar ava bike. Dewlet dê bi vê plana xwe ve di sedsala Lozanê de bêje ku ‘pirsgirêkeke kurdan nîne, pirsgirêka me bi terorîzmê heye’. Dema ev pêk anîn dê vegerin û kurdên hevkar ji holê rakin. Ev di dîrokê de her tim wisa bûye. Ji ber vê yekê divê em bibînin ku pêvajo bi heman awayî pêş ve diçe û divê em li dijî vê bibin yek.”   ‘DIVÊ TIFAQA SIYASÎ BÊ AVAKIRIN’    Demîrbaş, bi lêv kir ku divê di Lozana Nû de hemû nasname û baweriyên cuda yên li Kurdistanê bên qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke gelên din ên cîhanê em dixwazin weke hemwelatiyên wekhev û azad bijîn. Divê statuya Rojava, Başûrê Kurdistanê û Bakur teqez were qebûlkirin. Heke em bixwazin weke hemwelatiyên azad û wekhev bijîn divê em li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek û tifaqa xwe ya siyasî ava bikin. Divê em ji cîhanê re ragihînin ku em çi dixwazin. Em êdî naxwazin kole bibin, dixwazin li Kurdistaneke azad bijîn.”   MA / Esra Solîn Dal