Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin 2023-06-20 09:55:41   MELETÎ - Di çarçoveya operasyona “îşkence, ezyat, zimet û hîleya di îhaleyê de” li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin.    Yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan a Bajar di bin koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Akçadagê de, li dijî xebatkarên li Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê peywirdar, yên tayîna wan hatiye kirin an jî ji ber sûcên cuda ji peywirê hatine dûrxistin, li Meletî, Semsûr, Enqere, Xarpêt, Kayserî, Antalya, Kirikkale û Mêrsînê bi awayekî hemwext operasyon li dar xist. Di encama operasyonê de 2 midûrên saziyê yên ji peywirê hatine dûrxistin, 2 amirên îdarî û 18 xebatkarên girtîgehê bi giştî 22 kes hatin binçavkirin.    Ev kes bi sedema “îşkence, ezyat, xerab bikaranîna peywirê, zimet û hîleya di îhaleyê de” hatin binçavkirin. Kesên gumanbar niha li cem cendirmeyan tên ragirtin.