Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin 2023-06-20 10:38:13   ANTALYA - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê girtiyan ji bo hewa bikeve hundir têlên bi paceyên qawişê ve ji hev ve kirin. Derbarê girtiyên têl ji hev ve kirin de bi îdiaya “zirar daye malê cemaweriyê” doz hate vekirin.    Der barê girtiyên bi navê E.N.K., H.E., H.O., M.O., M.E.T., M.D., T.B. û Z.E. yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê dimînin de bi îdiaya di 12’ê kanûna 2022’yan de têlên bi paceya qawişê ve tehrîbkirine bi sûcdariya “zirar daye malê cemaweriyê” hem lêpirsîna îdarî hem jî ya edlî dan destpêkirin.    Bi gilîkirina îdareya girtîgehê derbarê girtiyên bi navê E.N.K., H.E., H.O., M.O., M.E.T., M.D., T.B. û Z.E. ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve bi îdiaya “zirar daye malê cemaweriyê” îdianame hate amadekirin. Îdianame, ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Antalyayê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a doza derbarê girtiyan de hatiye vekirin, di 5’ê nîsanê de hate lidarxistin.    ‘ME BÊHN NEDIGIRT’    Girtiyê bi navê Z.E. ku bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe kir, sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û wiha got: “Ji ber têlên bi paceyan ve kirine me nedikarî bêhnê bigirin, ji ber vê yekê min jî tel ji hev ve kirin, tenê ji bo bêhnê bistînim bû. Ez wê demê di odeya 21’an koridora 4’emîn a A1 Blokê de dimam, ez ji ber bêsûc im naxwazim zirara wê bidim, min beriya niha têkildarî bûyerê bi awayekî nivîskî îfade dabû girtîgehê.”   M.D. jî wiha got: “Armanca min ew bû ku hewa bikeve odeyê, ez bêsûc im, ji ber vê yekê naxwazim zirarê bidim, ez naxwazim ku madeya 231/5 a CMK’ê derbarê min de bê sepandin.”   Ji ber girtiyên din jî xwestin bi zimanê dayikê kurdî parastinê bikin di danişînê de îfadeyên wan nehate wergirtin. Danişîna din a doza girtiyan wê di 12’ê tîrmehê de bê lidarxistin.