Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime 2023-06-20 10:50:59 COLEMÊRG - Duh di saetên êvarê de li dijî gundê Tilora, Memkava, Mûşan û Yêkmalê yên Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku piştî operasyonê li herêmên navborî şerekî dijwar dest pê kiriye.    Artêşa tirk şevê din saet derdora 23.00’an li dijî gundên Tiloran, Memkava, Mûşan û Yêkmal ên navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna hezaran leşkeran operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku şevê din saet derdora 03.00-06.00’an de li herêmên navborî pevçûnên dijwar dest pê kirin û dengê çekan hate bihîstin. Li gorî agahiyan, pevçûn hêj berdewam in û bi sedan leşkerên din bi helîkopter û wesayîtên zirxî ber bi herêmê ve hatin veguhestin.    Hem li herêmên navborî û hem jî li navenda Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye.    Çavkaniyan da zanîn ku operasyona leşkerî ya li her 4 gundên navborî hatiye destpêkirin, li çiyayên Sipêrêz û Omerê jî belav bûne.